Erdogan li ser “Pêvajoya Tirkiyeya bêteror” peyameke nû da

erdoghan-turkey-be-teror

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku hefteya bê ew dê bi şandeyeke DEM Partiyê re bicive û diyar kir ku ew di mijara pêvajoya “Tirkiyeya bêteror” de bi hêvî ne.

Erdogan  di vegera ji Lûtkeya NATOyê ya li Laheyê ji rojnamevanan re axivî û li ser pirsên rojevê bersiv da pirsên rojnamegeran.

Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê pêvajoya de anî ziman ku pêvajo bi biryardarî û sebir didome û got: “Hefteya bê, eger qismet be, ez dê bi şandeyeke DEM Partiyê re bicivim. Hin mijarên girêdayî ‘Tirkiyeya bêteror’ hene ku divê em li ser biaxivin. Gotinên hêvîdar ên Serokê Giştî yê MHPyê Birêz Devlet Bahçelî û helwesta berpirsane ya şandeya DEM Partiyê ji bo serkeftina pêvajoyê gelekî girîng in.”

Erdogan destnîşan kir ku divê ev mijar nebe beşek ji polemîkên siyaseta rojane û got: “Di mijareke wiha de divê hestiyariya neteweyî derkeve pêş. Kesê ku di mijareke wiha de berpirsiyariyê hilde ser milên xwe, dê di bîrgeha neteweyî de her tim bi xêrê bê bibîranîn.

Em dê hevalekî xwe ji bo komîsyona ku dê li parlamentoyê were damezrandin erkdar bikin û bi îzna Xwedê em dê vê pêvajoyê bi serkeftî bidomînin.”