Ji ber şewata daristanê, Firokxaneya Îzmîrê hat girtin

Ji ber şewata daristanê, Firokxaneya Îzmîrê hat girtin

Firokxaneya Adnan Menderes a Îzmîrê, ji ber şewateke daristanê ya ku li nêzîkî wê belav dibe, bi awayekî demkî ji bo geştan hat girtin. Ji ber girtina firokxaneyê, gelek geşt hatin betalkirin an jî ber bi firokxaneyên din ve hatin arastekirin.

Li gorî agahiyan, şewat roja Yekşemê (29.06.2025) li navçeya Gaziemir a Îzmîrê derket û ji ber bandora bayê bihêz, di demeke kurt de li herêmeke berfireh belav bû.

Dûmana stûr a ji ber şewatê, li Firokxaneya Adnan Menderes dûrahiya dîtinê kêm kir û ev yek bû sedema metirsiyê ji bo geştên asmanî. Ji ber vê yekê, rêveberiyê biryar da ku firokxaneyê bi awayekî demkî bigire.

Hat ragihandin ku geştên dualî yên di navbera Diyarbekir û Îzmîrê de hatine betalkirin û hinek geştên din jî ber bi firokxaneyên nêzîk ve hatine arastekirin.