Bahçelî: Ji proseya “Tirkiyeya Bêteror” veger nîne, divê PKK bilez çekan deyne

Bahceli-PKK-cekdanin-info-info

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ragihand, bi banga Ocalan û biryara PKKê ya çekdanînê, prose gihiştiye qonaxeke hestiyar û “êdî ji vê rêyê veger nîne”.

Bahçelî îro 1ê Tîrmehê di civîna komê ya li Meclisê de tekez kir, ew guh nadin hewlên ji bo têkbirina proseyê û dê ji bo aştiyeke mayînde karê xwe berdewam bikin.

“Perdeya dema reş divê were girtin”

Devlet Bahçelî destnîşan kir, armanca avakirina “Tirkiyeyeke bêteror” gaveke rast e û got: “Di sedsala nû de cihê terorê nîne. Em êdî naxwazin bacên hatine dayîn û êşên hatine kişandin dubare bibin. Tirkiye derbasî serdemeke nû bûye”.

Herwiha daxwaz kir ku proseya çekdanîna PKKê bi lez û bez pêk were, da ku rê li ber pevçûnên nû neyê vekirin û wiha berdewam kir: “PKKê di arasteya daxuyaniya Îmraliyê de biryara çekdanînê dabû. Hevdîtinên DEM Partiyê jî girîng in. Pêwîst e proseya xwînî bi temamî bi dawî bibe û perdeya dema reş were girtin. Divê hêvî zêde bibin û keşûhewaya aştî serdest be. Êdî ji vê veger nîne”.