Asayîşa PYDê peyamnêrekî Kurdistan24ê desteser kir

Asayîşa Partîya Yekêtîya Demokratîk PYDê, baskê PKKê yê Rojava Kurdistanê peyamnêrê Kurdistan24ê Raman Ebdulselam desteser kir û çarenûsa wî nediyare.
Çavkaniyên Darka Mazî yên li Rojava Kurdistanê aşkere kirin, peyamnêrê Kurdistan24ê Raman Ebdulselam Hiso li roja sêşemîya rabûrî 1î Tîrmeha 2025ê bi rîya deriyê Sêmalka derbasî Rojava bûye û ji boy serdana malbat û kes û karên xwe çûye bajarê Amûdê.
Destinîşan kirin, asasîyşa PYDê duh roja çarşemiyê 2 Tîrmeha Raman li Amûdê bang kirbû û piştî ku ew çûye baregeha asayîşê li wir hatiye desteser kirin û niha çarenûsa wî nediyare.
Malbata Raman aşkere kirine ku Raman ji hêla asayîşê ve hatiye girtin û hêjan jî nevegeriye û wan agahî derbarê wî nînin.
Ev necara yekeme asayîşa PYDê Raman desteser dike, Raman pêştir jî li sala 2013ê ji hêla asayîşa PYDê ve bi tumeta wênekirina xwepîşandanên li Amûdê, navbirî berê li kenalên Zagros û ARKê kar kirî ye.
Piştî girtina wî Ofîsa Azadîya Sendîkaya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamegerên Kurd li Sûryeyê, girtina Raman ya ji hêla asayîşa PYDê ve şermezar kirine.