Serokên Şaredariyên Edenê û Semsûrê hatin desteserkirin

Serokên Şaredariyên Edenê û Semsûrê hatin desteserkirin

Di çarçoveya operasyoneke berfireh de, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar û Serokê Şaredariya Semsûrê Abdurrahman Tutdere hatin desteserkirin. Her du serok şaredar jî endamên Partiya Gel a Komarî (CHP) ne.

Li gorî agahiyan, lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve tê birêvebirin û îdiayan dike ku rêxistineke sûc a bi serkêşiya Aziz İhsan Aktaş, bi dayîna bertîlê ji serokên şaredariyan û rêveberên payebilind re, îhaleyên giştî ji bo xwe organîze kirine.

Hat zanîn, piştî îfadeyên nû yên şahidan û hin gumanbarên girtî, ligel belgeyên ku hatine pêşkêşkirin, derbarê Karalar û Tutdere de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Di heman demê de, tîmên Şaxa Têkoşîna li dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Midûriyeta Emniyeta Edeneyê, dest bi lêgerînê li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê û li mala Serokê Şaredariyê Zeydan Karalar kirin.

Li derdora avahiya şaredariyê hejmareke mezin a polîsan tedbîrên tund ên ewlehiyê girtine.