DEM partî navên rojnamevanan ji boy amadebûna di merasîma çek danîna PKK tomar dike

Partiya DEM ragihand, PKK dê li Herêma Kurdistanê merasîmeke çekdanînê lidar bixe û ev yek weke “qonaxeke nû ya prosesa aştiyê” binav kir. DEM Partî bang li rojnamevanan kir ku ji bo beşdariyê navên xwe tomar bikin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro 5ê Tîrmehê ragihand, PKKê dê li Herêma Kurdistanê merasîmeke çekdanînê li dar bixe. DEM Partiyê ev pêngav weke qonaxeke nû di pêvajoya aştiyê de nirxand û ji bo hêsankirina beşdariya çavdêran, dest bi tomarkirina navên rojnamevan û nûnerên saziyên civaka sivîl kiriye.
Di daxuyaniyeke nivîskî de, DEM Partiyê eşkere kir ku bi biryara çekdanînê, pêvajoya çareseriyê gihiştiye asteke nû. Hat gotin jî, komek endamên PKKê dê li ser sînorê Herêma Kurdistanê bi çalakiyekê biryarên kongreyê pêk bînin.
DEM Partiyê da zanîn, ew ji destpêkê ve di pêvajoyê de rola hêsankariyê dilîzin û ji bo beşdarbûna merasîmê, wan navên 15-20 rojnamevanan ligel nûnerên saziyên civaka sivîl wergirtine.
Çek tên şewitandin, lê xweradestkirin nîne
Li gorî agahiyên ku di medyaya nêzîkî PKKê de hatine belavkirin, tê payîn ku merasîma çekdanînê di 10 an 12ê vê mehê de birêve biçe. Di merasîmê de, tê çaverêkirin ku berpirsên payebilind ên PKKê jî amade bin û çek bi awayekî sembolîk bên şewitandin. Hate tekezkirin ku endamên beşdar piştî çalakiyê dê xwe radest nekin û dê vegerin cihên xwe.
DEM Partiyê herwiha destnîşan kir, ev çalakiya çekberdanê di bin agahdariya hikûmeta Tirkiyeyê de ye. Ji ber vê yekê, bang li rojnamevanên ku dixwazin beşdarî merasîmê bibin kir ku navên xwe tomar bikin, da ku di dema çûn û hatinê de rûbirûyê ti astengiyan nebin.