Heyeta DEM Partiyê îro bi Erdogan re dicive

Heyeta DEM -ardogan-ocalan-net

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ya ku doh bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, dê îro saet di 15:00an de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.

Ev hevdîtin dê bibe hevdîtina duyemîn a ku Erdogan bi Heyeta DEM Partiyê re ku di çarçoveya pêvajoya de dest pê kiribû.

Di daxuyaniya nivîskî ya DEM Partiyê de ya piştî hevdîtina dawî ya bi Ocalanê ku li Îmraliyê girtî ye re, hat diyarkirin ku Ocalan gotiye pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye û wiha hat gotin:

Di daxuyaniyê de wiha hat berdewamkirin, “Wî (Ocalan) destnîşan kir ku ew girîngiyeke mezin dide hevdîtina ku dê endamên Heyeta me bi birêz serokkomar re pêk bînin û ev hevdîtin wekî hevdîtineke dîrokî bi nav kir.