Fermandarê PKKê Sîdar Armanc hat kuştin

Nasnameya fermandarekî din yê HPGê aşkere bû ku ew jî salekê berê li Başûrê Kurdistanê hatibû kuştin û mirina wî nehatibû ragihandin.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh sêşemî 8 Tîrmeha 2025ê nasnameya fermandarê xwe yê bi navê Mahmut Alî û bi kodnavê Sîdar Armanc aşkere kir ku li 4 Gulana sala 2024ê li Devera Zapê ya li Başûrê Kurdistanê hatibû kuştin û rêxistinê kuştina wî îlan nekirbû.
Fermandarê HPGê Sîdar Armanc li sala 2013ê tevlî refên PKKê bûbû.
Rêxistina PKKê ji sala 2021ê ve bi dehan fermandar û kadroyên xwe yên li hêla jûr bi êrîşên dewleta Tirk ji dest da ne, mirina piranîya wan jî heya roja me ya îro veşartî maye û nehatiye îlan kirin.