PKKê ev du ciwanên Êzidî bo demokratîkirina Tirkiyê dan kuştin

pkk-ezidi-2-info

Nasnameya du çekdarên Êzidî yên PKKê aşkere bû, rêxistinê ew ji boy demokratîkirina Tirkiyê dan kuştin û ji sala 2019ê ve mirina wan veşartî hiştbû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja sêşemî 15 Tîrmeha 2025ê nasnameya 2 çekdarên xwe yên Êzidî aşkere kir ku li Nîsana sala 2019ê û Kanûna 2021ê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.

Navên wan wisaye:

Rena Qehtan Elî ji Şengalê ye.

Tariq Ziyad Xelef ji Şengalê ye.

PKKê weke tev rêhevalên wan, mirina van çekdarên xwe jî bi salane veşartî hiştiye û îro hatiye dibêje me hevalên xwe yên Apoyî wenda kirin!.

Ji roja ku PKKe ketiye di Şengalê de, bi sedan ciwanên Êzidîyan xapandin berê wan da çiya û bi destê artêşa Tirkiyê dan kuştin, PKKe ciwanên Êzidîyan ji boy dozekê dide kuştin ku ti pêwendîya wan pê re tune ye.