Çavkaniyên Xwezayî: Zirareke mezin bi binesaziya zeviyên petrolê yên parêzgeha Dihokê ketiye

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku “çend êrîşên terorîstî” li ser zeviyên petrolê yên Tawke, Pîşxabûr û Eyn Safnî hatine kirin, ku “zirareke mezin dane binesaziya zeviyan.”
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di daxuyaniyekê de got ku îro sibê li ser zeviyên petrolê yên Tawke, Pîşxabûr û Eyn Safnî yên li navçeyên Zaxo û Şêxan ên parêzgeha Duhokê gelek êrîşên terorîstî hatine kirin.
Li gorî daxuyaniyê, her çend di êrîşan de ti qurbanî çênebûn jî, “lê zirareke mezin dane binesaziya zeviyan.”
Wezaretê got, “Wezareta Çavkaniyên Xwezayî van êrîşên terorîstî bi tundî şermezar dike, ku armanc dikin ku binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê zirar bidin û gefê li ewlehiya karmendên sivîl ên di sektora enerjiyê de çêbikin.”
Çavkaniyên Xwezayî bang li hemû aliyên peywendîdar ên hikûmeta federal û civaka navneteweyî dike ku di zûtirîn dem de ji bo parastina jiyana karmendên sivîl, ewlehiya enerjiyê û pêşîgirtina li êrîşên din ên li ser sektora enerjiyê ya Kurdistanê werin ser xetê.
Wezaretê got, “Em ê hemû hewla xwe bidin da ku jiyana xebatkarên enerjiyê û pozîsyona wan a stratejîk di misogerkirina aramiya enerjiyê li herêm û cîhanê de biparêzin.”