Nameyek ji gerîlayekî dêrîn bo PKK ê: Ez heqê xwe ji we helal nakim…

Di 11ê Tîrmehê de, 30 gerîlayan çekên xwe şewitandin. Ez bi xwe gerîlayekî dêrîn im. Min jî ew çekên hatî şewitandin tam 20 sala hilgirt. Û dema ku gerîla ji wê şikeftê daketin, bîranînên min li ber çavên min weke filmekê bihorîn. Û ez dixwazim hestên ku ez îro dijîm bi vê nameyê vebêjim.
Çavên min li kesekî ku ez nas dikim geriyan. Mixabin, ji bilî çend kesan, min kes nasnekir. Ji xwe çênedibû. Ji ber ku ew kesên min pêre di yek senger de şer kiribû, ku ez hevalê wan bûm, tenê çend kes sax mane.
Ev nameya min li ser navê nifşekî ku me sipartine axê hatiye nivîsandin, ku gelek ji wan gorên wan jî nayên zanîn, û gelek jî wan hevalan çarenûsa wan nayê zanîn. Ev name li ser navê malbatên ku di 41 salên şer de bedel dane û hatine perçekirin hatiye nivîsandin. Dema ku şerekî 41 salî ber bi dawiyê ve diçe, ev gel, mirovên ku di vî şerî de beşdar bûne, hewce bû ku “maf, ked û êşa” xwe binirxînin. Ev name ji bo vê sedemê hatiye nivîsandin. Min ev nameye ji bo yên êşkişandî û xwedî ked ka dê heqê xwe ji kê re helal bikin û ji kê re helal nakin nivîsandî ye.
Ez heqê xwe li gelê Kurdistanê, ji hevsengerên xwe, hemû cangorîyan û yên ku hîn jî di dilê wan de baweriya Kurdistana azad û serbixwe heyî Helal dikim.
Lêbelê, ez heqê xwe ji wan kesên ku rêya ku me ji bo Kurdistana azad-Serbixwe vekiriye ber bi “mezinbûna komara Tirkiyeyê û parastina sînorên Peymana Lozanê” ve diguherînin Helal nakim. Ez heqê xwe ji wan kesên ku neteweya Kurd ji statuya wê ya wekî neteweyek bêpar hiştine û mafê xweseriya Kurdan radestî Enqerê kirine re helal nakim. Ango, ez heqê xwe li Ocalan helal nakim. Ez heqê xwe ji wan kesên bi zanebûn xeta çewt ser me farzkirî û ev gel avêtine nava agirî helal nakim.
Piştî salên 1990 î, sê nifşên ciwanên Kurdan ji bo avakirina Kurdistaneke serbixwe tevlî PKK ê bûn. Ez yek ji wan bûm. Min ciwaniya xwe, dibistana xwe, dayika xwe ya ku bi evîna wê ez dimirim, malbata xwe û qîza ku min ewqas jê hez dikir li dû xwe hişt ez tevlî PKK bûm
Min zarokatiya xwe bi guhdarîkirina stranên Kurdî bi dengekî nizm li radyoya Yêrêvanê derbas kir. Di salên 1980 an de, me ji strana “Kîne Em- Kurdin Em” a Şivan Perwer ku me kaset yên wî di bin nivînên xwe de vedişart, hez dikir.
Em bi guhdarîya çîrokên berxwedana li dijî îşkenceya di zindanên Dîyarbekirê de mezin bûn. Em di sala 1988an de bûn şahidhalê jenosîda Helebçeyê û bûn şahidhalê Raperîna Mezin a 1991 a gelê Başûrê Kurdistanê. Ku weke babelîzkekê bandora xwe li tevahî Kurdistanê kiribû. Bi wê hêrsê, me di sala 1992 an de li dijî panzer-zirîpoş û guleyan dirûşmên “Bijî Kurdistan, bimre koledar” qîr dikir. Dema ku me dest bi zanîngehê kirî, me di xwepêşandanên dibistanan de bi strana “wê bîne wê bîne, PKK wê ji mere dewletê bîne” distira û bêtirs me tifî rûyê dijmin dikir. Hema hema her kesê ku di salên 1970 û 1980 an de ji dayik bûye li Bakurê Kurdistanê ji van qonaxan derbas bûye. Ji ber ku li Başûr federasyon hatibû damezrandin, min biryar da ku dem hatiye ku ez çek hilgirim, ji ber vê yekê ez “tevlî gerîla bûm.” Bi hezaran kesên mîna min wê demê bawer dikirin ku “ji bo avakirina Kurdistanê”, ger pêwîst be li Amed, Botan û Dêrsimê di çûn ser mirinê, û bi van hesatn em tevlî bûn.
Wê demê, me nizanibû ku Evdila Ocalan tekane rêbere û nayê guhertin; me wêneyek wî jî nedîtibû. Em tenê ji bo avakirina Kurdistanê tevlî gerîla bûn. Di perwerdehiya me ya destpêkê de, ji me re hat gotin, “Hûn kesayetiya kolonyalîzmê temsîl dikin; întihara kesayetê bikin.” Ji me re hat gotin ku her tiştê ku me di civaka malbatî, eşîrî û komalayetî de dîtî xerab û genî ye. Li gorî tiştên ku wan em hîn dikir, di dîroka Kurdistanê de qet tiştek baş çênebûye. Ji me re hat gotin ku her kesê ku em rêz li wî digirin xerab bû. Tenê welatparêzê rastîn di dîroka Kurdistanê de Ocalan bû. Li gorî perwerdehiyê, Şêx Seîd sixûr bû, Qazî Muhammed belengaz bû, û Mele Mistefa Barzanî ji bo Îsraîlê dixebitî. Em matmayî man, me digot ev pkk ya mezin li me derewan nake loma jî em bêdeng diman.
Di sala 1995 an de, em hatin Başûrê Kurdistanê. Ji me hat xwestin ku em li dijî baregeheke Pêşmerge çalekî bikin. Me got, “Ew jî Kurd in, ew nû ji zilma Sedam rizgarbûne.” Ji me re hat gotin, “Hûn nizanin, ew paşverûne, Ew dewletek serbixwe ya Kurdî naxwazin; ew otonomiyek piçûk dixwazin. Heya ku em wan tune nekin, Kurdistan nayê damezrandin.” Ger em wan tune nekin, Kurdistan nayê damezrandin.”
Ji me hat xwestin ku em herin Barzan û gundan bişewitînin. Hevalekî min pirsî, “Em çima van Barzaniyan, yên ji Enfalê sax mayî, dikujin?” Lê ferman dijwarbû, ji ber vê yekê me ew gund şewitandin.
Li Bakur, em birçî û di berfê de asê man. Hevalên me bombeyên xwe bi kêleka xwe ve girêdidan û drûşm diqîriyan û xwe di teqandin, perçe perçe di bûn. Me nikarîbû wan veşêrin. Ocalan derdiket û ji me re digot, “Hûn rezîlin,çavbirçî ne, hûn ji bo xwarinê diçin gund, hûn ne şehîd in.” Me digot, “Ger serok bêje, rast e,” û em bêdeng diman.
Di salên 1990 î de, min mêrxasên ku bi saxî nekevin destê dijminî xwe diteqînin dîtin. Di sala 1999 an de, me bihîst ku Ocalan birine Tirkiyeyê. Bê guman, Ocalan dê li ser xeta bindestan li ber xwe bidaya. Lê Ocalan got, “Ez dixwazim xizmeta dewleta xwe ya Tirk bikim.” Ocalan bi qasî misqalek wêrekiya ku jinên ciwan ên ku xwe teqandin nîşan neda. Vê care jî, ji me re hat gotin, “Hûn fêm nakin; serok bi awayê klasîk li ber xwe nade.”
Min dît ku Öcalan nikare berxwedana milîsek ku li hember îşkenceyê li ber xwe dide nîşan bide. Min pirsî, “Çima divê kesek ku nikare bi qasî min li ber xwe çawa bide serokê min?”
Di sala 1999 an de, gerîlayên Bakûrê Kurdistanê bi fermana Ocalan bê amadekarî hatin Başûr. Bi sedan hevalên min li kêleka min şehîd bûn.
Di sala 2000 an de, ji me re hat gotin ku em ê “bi Pêşmergeyên YNK ê re şer bikin”. Ji ber ku Ocalan dixwest ji dewleta Tirkiyeyê re îspat bike ku PKK dê guh bide wî, talîmat ji wir hatin. Me li ser 200 Pêşmergeyên YNK ê şehîd kirin.
Ciwanên Kurd, ku di salên 1990 î de ji bo avakirina welatekî azad dest bi tekoşînê kirîn, niha ji aliyê Ocalanê ku dibêje “Diya min Tirk e,” tên qirkirin. Ew kengî bi xwaze van ciwanên Kurd dide kuştin. Bi vî rengî ciwanên jîr-hêja ên salên 1990 î hatin windakirin.
Di nameya xwe ya 27 ê Sibatê de, Ocalan ragihand, “Şerê piştî salên 1990 î nehewce bû.” Wê demê çima di salên 1990 î de ewqas gund hatin şewitandin, çima bi milyona Kurd mecbûr man koçber bibin, çima di wê demê de 40,000 hezar ciwanên Kurd jîyana xwe ji dest da? Bêzehmet bila Ocalan derkeve û bersiva van pirsa bide.
Ger şer nehewce bû, çima Ocalan di sala 2002 an de banga şerekî nû kir, Çima Ocalan di 1 ê Hezîrana 2004 an de şer ji nû ve da destpêkirin? Ji wê demê ve, 20,000 ciwanên Kurd ketin gorê. Çima, çimaaa?
Ger şer di sala 1990 î de hatîbû winda kirin, Çima Ocalan di sala 2013 an de derket û got, “Rêveberiyek xweser dikare xweserîya herêmî ragehîne, û 50,000 Kurd dikarin di rojekê de bimirin,” û wan 11 bajarên Kurdan û nêzîkî sê hezar gerîla avêtin nav xendekan û ew bi destê dewleta tirk dan kuştin? Xwîna 50,000 hezar cenazeyan bi destê Ocalan ve zeliqî ye.
Divê kesek bi awayekî dîyarker ji me re bêje ku PKK di şerê 41 salan de çi bi dest xistiye. PKK ê di 41 salên şer de tiştek berbiçav bi dest nexistiye. Îdîaya ku “Me nasnameya Kurd daqebûl kirin” derew e. Em berî ku navê PKK ê bibihîzin jî em Kurd bûn. Kurdbûna me wê demê ti eleqeya wê bi Ocalan re tune bû, û niha jî tune ye.
Ew fikra Ocalan, ku dema serokê PKK ê bû ev şerê 40 sala winda kirî, çawa dibe ku niha serokê gelê Kure e ev derew e. Ocalan çi mebestekî Kurd û Kurdistanê nîne. Wî bi hezaran ciwanên Kurd tenê ji bo têrkirina egoya xwe rêkirin ser mirinê. Rêberên PKK ê yên wekî Cemîl Bayik, Murad Qarayilan, Duran Kalkan, Mistafa Qarasu û Elî Heydar Qaytan jî vê çerxa dijî-kurdan dizivirînin.
Ez bi dil û can daxwaz dikim ku çek bên danîn. Ciwanên Kurd êdî nemirin. Ez Ocalan û alîgirên wî re heqê xwe helal nakim. Bila xwîna 50 hezar ciwanên Kurd jî helal nebe.
Ev name ji Darka Mazî re hatiye şandin. Ji ber ku kesê ev name nivîsandî nexwestiye navê wî/wê were eşkere kirin. Loma nasnameya nivîskarî li cem me parastî ye.