Alayên MHPê, ku di sala 1975an de ketina wan bo nav Diyarbekirê hatibû qedexekirin, di sala 2025an de li ser dîwarên Diyarbekirê hatin daliqandin

Alayên MHPê, ku di sala 1975an de ketina wan bo nav Diyarbekirê hatibû qedexekirin, di sala 2025an de li ser dîwarên Diyarbekirê hatin daliqandin

Di 17ê Tîrmehê de, bi fermana Dewlet Bahçelî, alên MHPê û portreyek Dewlet Bahçelî li ser dîwarên sura Diyarbekirê hatin daliqandin. Ev bûyera ku xuya dike asayîye nîşaneke girînge ji bo têgihîştina guhertinên siyasî û civakîyên di nav kurdan de. Ji ber ku li caran rê bi siyasetmedarên MHPê nedihat dayîn derbasî nava bajarê Diyarbekirê bibin, niha çi qewimî ku ev cîhê ku kurdên Bakur jê re dibêjin paytexta meye MHPê tê û bi azadî alên xwe li wir blind dike?

Ji bo fêmkirina vê yekê, em pêşî hewce ne ku dîrokek kurta MHPê lêkolîn bikin.

Partiya Nijadperest a Tirkiyê MHPe di sala 1969an de ji aliyê Alparslan Tûrkeş ve hat damezrandin, ku efserekî artêşa Tirkiyeyê bû. Ev partî bi karakterê xweyê ultraneteweperest, rastgir, muhafezekar û newfaşîst tê nasîn, partîyê çend caran navê xwe guhert, di dawiyê de bû partiya tevgera neteweperest (MHP). Her çiqas MHP wekî partî were binavkirin jî, ew ji partiyekê bêtir e. Ew bi tena serê xwe ti carî nebû desthilatdar li Tirkiyeyê, lê di dîroka siyasîya Tirkiyeyê de her gav roleke diyarker lîstiye. Ew xwediyê gelek milîsên çekdar e, têkiliyên xurt bi mafiyayê re hene, û dest di kuştina bi sedan şoreşgerên Tirk û Kurd heye. Hetta komkujiya Mereşê ji aliyê vê partiyê ve hatibû organîze kirin. Ev partiye her tim wekî dirêjepêdera siyaseta dewletê tevgerîya û beşek ji dewleta kûra Tirkiyeyê bûye.

Di vî warî de, MHP wekî dijminekî hevparê Kurd, Elewî û çepgirên Tirk hatiye dîtin. Ji ber vê yekê, Kurd her tim li dijî MHP derketine. Di sala 1975an de, dema ku Alparslan Tûrkeş cîgirê serokwezîr bû, ew ji bo mîtîngekê hat Diyarbekirê. Wî ji medyayê re got, “ez diçim Moskovaya biçûk.” ciwanên Kurd ji Siverek, Sîlvan, Erganê, Batman û Meletiyê hatin Diyarbekirê û rê li ber Alparslan Tûrkeş girtin ku bikeve bajêr.

Hûn dizanin kê Alparslan Tûrkeş asteng kir? Ew kesên ku rê li ber faşîstên Tirk girtin Kawa, Şoreşgerên Kurdistanê, Rizgarî, DDKD û KUK bûn. Wê demê, PKK hîn tunebû. Ji ber vê yekê, di nav wan kesên ku pêşengiya xwepêşandanan dikirin de kî hebûn? Serokê Kawa Ferît Uzun di nav wan kesan de bû ku di destpêkê de bi leşkeran re pevçûn. Sê sal şûnda, di 22ê Mijdara 1978an de, Ferît Uzun ji hêla PKKê ve hate kuştin. Erip Karahan jî di nav serokên DDKD û KDP-Tirkiyê de bû. Vedat Aydin ji hêla dewleta Tirk ve hate kuştin. Ma ne balkêşe? Hin ji wan kesên ku red kirin ku Alparslan Tûrkeş bikeve Diyarbekirê ji hêla PKKê ve hatin kuştin, yên din jî ji hêla dewleta Tirk ve.

Alparslan Tûrkeş di sala 1995an de hewl da ku dîsa bikeve Diyarbekirê. Li gorî çavkaniyan, ew ji hêla 2.000 leşkeran ve dihat parastin. Wî di pişta kamyonekê de gotarek 15 deqîqeyî pêşkêş kir û piştre yekser ji bajêr derket.

Piştî 50 salan, alên MHPê li Diyarbekirê, heta li ser dîwarên Sura Amedê, bi azadî li ba dibin. Li Colemêrgê di dawetekê de stranek tê lêxistin û navên “Ocalan û Bahçelî” bi hev re tên gotin. Li Şirnexê parkek bi navê Dewlet Bahçelî hatiye binavkirin. Dibe ku hin kes vê yekê wekî pêdiviyek demokrasiyê bibînin. Lê na, ev ne demokrasiye. Ev xaleke hilweşînêye ku gelê Kurd gihîştiye wê astê, an jî ew anîne wê astê.

PKK idea dike, “Kurdbûn berî me qediyabû; me kurd vejandin.” Lêbelê, nêrîneke biçûk li dîrokê bi zelalî nîşan dide ku ev ne wisaye. Kurd berî PKKê hîn radîkaltir û Kurdperwertir bûn. Abdullah Ocalan û PKKê birînek bêçare li ser sosyolojiya kurdan çêkiriye, ku derbeyek mezin li hişmendiya neteweyîya Kurd xistine. Pirtûkên Ocalan, nemazeyên ku piştî sala 2000an li Îmraliyê hatine nivîsandin, 25 salin bi zanebûn li ser gelê kurd têne ferizkirin û hewl tê dayîn ku “nasnameya neteweyî ya kurdan qels bikin û wan neçar bikin ku bibin beşek ji nasnameya Tirkiyeyê.” bangên dawî yên Ocalan ji bo dûrxistina kurdan jî bi vê yekê ve girêdayî ne. Mixabin, xelkê Bakurê Kurdistanê nikarin vê rastiyê bibînin, an jî heke bibînin jî, ji şer pir westiyane, bi rengekî ku nikarin dengê xwe derxin.