Mesrûr Barzanî qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez bo Hewlêrê vekir

Mesrûr Barzanî qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez bo Hewlêrê vekir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez bo Hewlêrê vekir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî seet 10:00 ê sibeha îro (Yekşem 20.07.2025) qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez bo Hewlêrê vekir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Yekşemê (08ê Îlona 2024ê) kevirê bingehîn ê projeya hawarhatinê ya bilez a ava Hewlêrê danî. Ev proje bi gojimê nêzî 480 milyon dolaran di dema kêmtir ji 550 rojan de dê bê bicîhanîn û dê pirsgirêka kêmaviyêê li Hewlêrê bi rêjeya 100% çareser bike.

Projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez dê heta 30 salên din Hewlêrê ji kêmaviyê biparêze.

Ev proje dê her rojê 480 hezar metrên sêcarkî yên avê paqij bike, herwesa dê ji bo her seetekê 20 hezar metrên sêcarkî bi awayekî 24-seetî ava paqij ji bo vexwarinê ji taxên Hewlêrê re peyda dike.

Ev proje dê di qonaxa yekê de ava paqij ji taxên jêrîn re peyda bike, ku di demên borî de pirsgirêkên kêmaviyêê hebû, di nav de: Reşkîn, 32 Park, Tureq, Bajarê Alanê, Bajarê Diyariyê, Baxluminare, Mamzawe, Qetewî, Jiyan, Rwşenbîrî, Fermanber, Bajarê Zeytûnê, Daretû, Bineslawe, Bajarê Hîranê. Bajarê Zêrînê, Gelawêj, Neynika Bajêr, Berkota Nû, Tacîla Nû, 8 û 5 Hesarok, Hawkarî, Kesnezan, Zîlan, Lawan, Paşeroja Duyê, Endezyar, Aştî û Keleha Nû.

Ev proje dê di çar xetên sereke de di navbera taxan de di navbera cadeya 120 metrî û cadeya 150 metrî de bê bicîhanîn. Proseya wergirtina avê ya vê projeyê dê ji Zêyê Mezin dest pê bike û paqijkirin û parzinandina avê û filterkirin û klorkirina avê li gorî standardên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) û Iraqî tê bicîhanîn.

Bicîhanîna vê projeyê dê pirsgirêka kêmbûna avê li Hewlêrê bi tevahî çareser bike û dê bibe sedema girtina zêdetirî hezar bîrên avê, da ku ava binerd bê parastin û pûç nebe.