Fermandarê PKKê Bahoz Zerdeşt hate kuştin

Nasnameya fermandarekî din yê HPGê aşkere bû ku ew jî salekê berê li Başûrê Kurdistanê hatbû kuştin û mirina wî nehatbû ragihandin.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja yekşemî 20 Tîrmehê 2025ê nasnameya fermandarê xwe yê bi navê Avnî Medenî û bi kodnavê Bahoz Zerdeşt aşkere kir ku li 8 Adara sala 2024ê li Başûrê Kurdistanê hatbû kuştin û rêxistinê mirina wî îlan nekirbû.
Fermandarê HPGê Bahoz Zerdeşt li sala 2004ê tevlî refên PKKê bûbû.
Rêxistina PKKê ji sala 2021ê ve bi dehan fermandar û kadroyên xwe yên li hêla jûr bi êrîşên dewleta Tirk ji dest da ne, mirina piranîya wan jî heya roja me ya îro veşartî maye û nehatiye îlan kirin.