Tirkiye 200 girtiyên PKKê azad dike

Di du rojên borî de li bajarê Amedê Bakurê Kurdistanê zêdetirî 200 girtiyên ku bi sûça hebûna têkiliyan bi PKKê re hatibûn tawanbarkirin, hatine berdan.
Medyaya Tirkiyê dibêje, ev biryar bi hilweşandina wê maddeya qanûnî ve girêdaye ku sizayê wan kesan dide ku endamên rêxistinên terorîstî nîne, lê belê bi navê rêxistinê sûçan encam didin.
Li gor agahiyan, dadgeha destûra bingehîna Tirkiyê ev made betal kir, û ev yek bû sedema nirxandina dozên bi sedan girtiyan.
Dadgehên cezayên giranên Amedê, yekem cî bûn ku ev biryar bicîh anîn û cezayên zêdetirî 200 kesan rakirin û ew berdan.
Ev biryara dadgehê gava yekeme di pêvajoya aştiyê ya dewleta Tirkiyê de piştî ku 30 gerîlayên PKK’ê çekên xwe şewitandin.