Komeka din ya ciwanên Kurdan yên ku PKKê berê wan daye mirinê

8-pkk-gerila-kck-hpg-turkey-Info

Nasnameya 8 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku ji sala 2017ê ve ketine ber êrîşên dewleta Tirk û rêxistina PKKê mirina wan veşartî hiştbû.

Di 4 rojên rabûrî de, HPGê baskê leşkerî yê PKKê nasnameyên 8 çekdarên xwe yêk jê jin aşkere kirine ku pêşî 8 salan berê wan daye mirinê û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştbû.

5 Ji van çekdaran li Tîrmeha sala 2017ê û du li Adara 2025ê, her wiha yêk li Gulana îsal 2025ê li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşan.

Navên wan wisaye:

Kadrî Cewzel ji Şirnexê.

Hecî Nimet ji Şirnexê.

Ebas Yûsif ji Şirnexê.

Ugûr MihemedSalih ji Aydinê.

Cîhan Fayiq ji Mûşê.

Umêd Cîhangîrî ji Kamyaranê.

Cîhangîr Emîn ji Xoyê.

Sultan Gurgîn ji Wanê.

PKKê di pesnê tevan de gotiye ew milîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin!.

PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de dayne kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştî, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.