Darka Mazî naveroka hevdîtina şanda Îmraliyê û Ocalan ya di 25î Nîsanê de parve dike «3»

Wek tê zanîn şanda Dem Partiyê ji boy hevdîtina bi rêberê PKK’ê Evdilla Ocalan re, di 25î Nîsana 2025 de serî li greva Îmraliyê dabû, di vê hevdîtinê de Ocalan û şanda demê danûstandin li ser gelek mijaran û ji wan mijaran jî rewşa tendirustiya Sirri Sûreya Onder kiribû, tevî ku hinek ji axaftinên di vê hevdîtinê de ji aliyê şanda demê hatibûn parvekirin jî, lê belê hemû axaftin nehatibûn parvekirin, piştre bi zimanê Tirkî naveroka van danûstandinan li Ewropayê hatin parvekirin û hat ragihandin ku ev axaftin ji aliyê yek ji endamên şandê bi awayekî veşartî hatiye parve kirin, loma emê di vê nivîsê de wan axaftinan wek xwe parve bikin.
Axaftina şanda demê bi Ocalan re bi vî awa didome:
Serok: Di derbara Siri jî gumanên min hene, di derbara Ozel jî gumanên min hebûn û hêjan jî min ew guman mane, kî dizane dibe sibê bi ser min de jî were, ewlehî li vir di asteke blind de ye, lê divê ev pêvajo bilez were pêkanîn, ji Emre re jî dibêjim ger sê mehan bimîne pirr baş dibe “bi destê xwe li ser maseyê xetek kişand û got”, pêvajo bi vî awa ber bi hilweşînê ve diçe, ez dibêjim ger sê mehên din em bêhin fireh bin pêvajo wê ber bi ku de biçe.
Perwîn Buldan: Ji bo beşdarbûna di konferansekê de me serdana Romayê kir û Ozgûr li wir bû, li wir otomobîlekê xwe li otomobîla min da û rastî qezayek tirafîkê hatîn.
Serok: Ha eve, wan dest bi xebatê kiriye, ew dema ku ez jî çûm Romaya Îtalyayê, Moosad li her derê hebû. Saziya îstixbarata Amerîkî jî tevlî lîstikê kir, rojnamevanekî ji min re got ku li Rûsyayê endamekî saziya îstixbarata Rûsyayê gotiye em dikarin wî veşêrin, ew hêz heye, ez Îsraîlê berçav digirim ji ber ku ger wisa nekim ezê wenda bikim, rewş pirr baştir ji min nirxandiye, Îsraîl dizane ku kî rewşa stratejîk ya kurdan ji xwe re bikar bîne wê di Rojhilata Navîn de serdest be. Îsraîliyan pêş min ev rewş fêm kiriye, ez ji vê re dibêjim Proto Îsraîl, sedsala yekem a xwe bi Tirkiyeyê re bi têkiliyan derbas kir ji boy ku Îsraîl pêgeha xwe bi hêz bike, ez ji vê re dibêjim Proto Îsraîl, li Sûriyeyê ji min re gotin tu ji Sûriyeyê derkeve her çi tişta tu bixwazî emê bi te bidin tu li Sûriyeyê xeterek mezinî li ser Îsraîlê.
Wezîrê Karên Derve yê wê demê Îshaq Şamîr bû, wî sala 1982an ji min re got, hûn ji me çi dixwazin, çima hûn van ciwanan li dijî me bikar tînin? Qarayilan jî got li ser asta dewletan alternatîvên me hene, Îsraîlê ev kart pir baş hîs kiriye û pirr baş vê kartê bikar tîne, bûyera tirafîkê ya Romayê jî eve, tu fêm nakî û te dixin nava nakokiyan de, zêdetir ji 50 bûyerên wiha hene ku yek li pey yek pêkhatine.
Muxatebî Perwîn Buldan serok got, ger tu wisa difikirî ew bûyer bûyereke tirafîkî ya normal e tu kesek pirr sadeyî, dibe piştî Siri nobeta tejî were.
Berpirsekî Tirkiyeyê: xwedê neke.
Serok: Ez dibêjim ku ew van tiştan dikin da ku pêvajoyê têk bibin, ew jî wan kesên ku hêsan dibin armanc baş nas dikin, ji xwe hûn çîroka “Ebdî Îpekçî” dizanin, ev xalên stratejîk in û bi raya min Perwîn Buldan li rêza pêşiyê tê, ji boy tirsandinê ez van axaftinan nabêjim, belku ji boy ku tedbîrên pêwîst bigrin, ez wisa dibêjim.
Girîngiya Îmraliyê ji bo min eve ku ew ji destên Mossadê dûr e, (Rayedarê Tirkiyeyê bi livandina serê xwe gotinên serok erê kirin). Îsmaîl Hanie çiwa kuşt, serokkomarê îranê jî çû, (Mebesta wî mirina gumanbara Îbrahîm Reyîsî bû) mirina wî bi gumane, serokê Hizbullahê jî her bi vî awaye, serkirdeyên Hizbullahê yek bi yek ji holê rakirin. Vir ewle ye, lê dibe destê wan bigihîje vir jî.
Rayedarê Tirkiyeyê: ji ber vê yekê ye ku birêz Ehmed jî li vir e, bila em birêz Ehmed bi te bidin nasandin, (ew sê rayedarên ku li girevê pêşwazî li me kirin weke serok hatin nasandin).
Serok: Gelo birêz Ehmed wê her tim li vir be?
Rayedarê Tirkiyeyê: Birêz Ehmed ji boy zêrevaniyê hatiye, parastina li dijî saziyên îstixbaratî jî, bila tirsa we nebe.
Serok: Di derbara van gefan de hûn çi dibêjin?
Rayedarê Tirkiyeyê: bi kenî ve, hev du tijî nekin.
Serok: Eve şikbarîye ku taybetmendîya mine, pirr lêkolînê dikim, ev şikbarîye jî ji boy berdewamiya jiyanê ye, şikbarî bi wateya wê yekê ye ku rastiyan dibînî û baş nirxandinê jê re dikî û hewl didî kêmtirîn zirar û ziyan ber bi dewlet yan rêxistina te bikeve, ez neçarim wisa bikim, muxatebî Perwîn Buldan serok got: tu hatin û çûnê dikî loma pêwîst dike pirr şiyar bî, birêz Ozgûr tu jî li virî, grûpa parêzeran pirr berfireh e, û ji vir pê de wê zêdetir were berfirehkirin û kar jî wê berfirehtir bin.
Hakan (mebesta wî berpirsyarê duyemîn yê Tirkiyeyê ye) basî rewşa heyî dike, lê belê ne wisa ye, pirsa dewletê wê çawa çareser bikîn, min di warê dewletê de lêkolînek hûr li ser Lînîn û Mao kiriye, Lînîn di vî warî de karesate, hinek kesan her niha destpêkiriye û dibêjin xiyanet li sosyalîzmê kiriye, biriyar bû nameya Dogu Perînçek hatiba, gelo nehat?
Perwîn Buldan: roja ku Siri nexweş ketî serdana Dogu Perînçek kiribû û bi telefonê ji min re got ku hevdîtina wan pirr baş bû, ger peyameke nivîskî hebe hêjan negihiştiye destê me û haya me jê tune ye.
Serok: Silavên min bigihînin Dogu Perînçek, li ser xatira Siri bila raya xwe bi nameyekê ji min re bişîne.
“Ji ber ku ev hevdîtin pirr dirêje, emê di nivîseke din de beşeke din ya danûstandina di navbera şanda demê û Ocalan parve bikin.”
Didome..