Kadroyeke PKKê: Îxwanî bi navê alîkariya Xezeyê pere û dahata Kurdan didizin

Kadroyeke PKKê: Îxwanî bi navê alîkariya Xezeyê pere û dahata Kurdan didizin

Kadroyek jin a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê li Silêmaniyê nerazîbûna xwe ya li hember berhevkirina alîkariyan li ser navê gelê Xezeyê nîşan da û ragehand, ku hinek alî wek bixwe dibêje: ‘’Cehşên Îxwanî bi navê alîkariya Xezeyê pare û dahata Kurdan didizin.’’

kadroya PKKê li Silêmaniyê Stare Arif, li ser rûpela xwe ya Facebookê got: “Ereb bi xwe bîst û du dewletên wan hene û bi hev re alîkariya hev nakin û naçin Xezeyê. Ew yek ziman û yek netew in, lê Îxwan û oldarên îslama siyasî (selefî) yên cehş û kirêgirtiyên Qeter, Tirk û Ereb bê guh bidin vê rewşa aborî ya giran a xelkê Kurdistanê têde ye û ewqas hejar û feqîr û bêpare û bêdebara jiyanê ya xelkê me, ew pare û dahat gelê Kurd di bin navê alîkariya ji bo xezeyê de didizin û qaşo alîkariya erebên Filîstîn û Xezeyê dikin. Lê bi piştrastî ew wê yekê ji bo berîka xwe dikin, ne ji bo Xezeyê.’’

Herwiha dibêje: “Pere û alîkariya ku ew bi navê Xezeyê ji Kurdan didizin, çima  ji bo alîkariya çînên hejar û xelkê belengaz ên Silêmaniyê, Erbîl, Helebçe û Kurdên Başûrê Kurdistanê be gelek xêrtir û bi rûmettire ji kirêgirtiyên dijminan re.’’

Stare Arif dibêje: “Kengî erkê we ye ku hûn bi navê Kurdan alîkariya wan Filîstîniyan bikin ku di êrîşên kîmyewî û Enfala li dijî Kurdên Başûrê Kurdistanê li pişt Sedam Husên ê dîktator û celadê kurdan radiwestan û dijî kurdên Başûrê Kurdistanê bûn. Filîstîn bi xelk û desthilat ve hemû li gel dewletên erebî û îslamî alîkariya madî û menewî didan Sedan Husên û hêza leşkerî, çek û pare ji bo wî dişandin ku Kurd pê dihatin jenosîd kirin.’’

Dawiyê de jî dibêje: “Bila cehşbûn û biyanîperestî ya bi planên dijminên Kurd û li dijî Kurdan bes be. Divê gelê Kurd rê nede wan dijber û dijminên Kurd û wan rawestînin.’’

Hêjayî gotinê ye heta naha ti yek ji partiyên Îslamî yên ku ji gelê Kurd pereyan berhev dikin û dibêjin ew ê bişînin Xezeyê, bi fermî bersiv nedane van îdiayan.