Nûnerên DEM Partiyê yên ji bo Komîsyona Aştiyê hatin diyar kirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) navên çar parlamenterên xwe yên ku dê di Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê ya ji bo Pêvajoya Aştiyê de cih bigirin, bi awayekî fermî eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, navên ku ji bo komîsyonê hatine diyarkirin kesayetên xwedî ezmûn in û ji van parlamenteran pêk tên:
Gulistan Kiliç Koçyîgîd: Cîgira Serokê Fraksiyona DEM Partiyê
Meral Daniş Beştaş: Hevberdevka Kongreya Demokratîka Gelan (HDK) û Parlamentera Erziromê
Saruhan Oluç: Parlamenterê Antalyayê
Cengîz Çîçek: Parlamenterê Stenbolê