PKKe bi dizî ve hin çek û tunêlên xwe radestî artêşa Tirk dike

Duh îdiakirin ku PKKê çek û hin şikeftên xwe li herêma Behdîna di nava sînorê Herêma Kurdistanê de radestî artêşa Tirk kiriye. Li gorî çavkaniyan, ew bi taybetî li deverên nêzîkî sînor, bi taybetî li Metîna, hin tunel û çekan radestî artêşa Tirk dike.

Di 11 ê Tîrmehê de, 30 çekdarên PKKê çekên xwe li ber çavên medyayê li şikefta Casene ya nêzîkî Silêmaniyê şewitandibûn. Niha, tê ragihandin ku PKKê çekên xwe li deverên ku jê re dibêjin “Herêma Parastina Medyayê” radestî artêşa Tirk kiriye, û ev radestkirin bi dizî tê kirin.

Ji Sibatê vir ve pevçûnên di navbera hêzên PKKê û Hêzên Çekdar ên Tirk de ber bi rawestîyanê ve diçe. Her çend carinan li deverên bi hev ve girêdayî yên Amedîyê û Zapê hin pevçûn rûbidin jî, bi gelemperî pevçûn sekinîne. Ji dawiya Hezîranê û destpêka Tîrmehê ve, rapor derketine holê ku PKKê hin tunel û çekên têde, bi taybetî li herêma Berwarî Bala ya nêzîkî sînor, ku Gerîla tê de nînin, radestî artêşa Tirk kiriye.

Di hevdîtina 30ê Gulanê de ev biryar hat dayîn…

Tê ragihandin ku Evdilla Ocalan, di hevdîtina 30ê Gulanê de bi şandeya dewleta Tirk û şandeya Partiya DEMê ya Îmraliyê re, biryar daye ku hin çek û sengera radestî artêşa Tirk bike.

Di tevahiya pêvajoya ku ji hêla sêgoşeya Baxçelî-Erdogan-Ocalan ve hatiye destpêkirin de, di çapemeniyê de heya niha 7 civînên di navbera Partiya DEM û şandeya Îmraliyê de hatin ragihandin. Lêbelê, gelek hevdîtinên din jî hebûn ku ji çapemeniyê re nehatine ragihandin. Yek ji van hevdîtina veşartî, hevdîtina 30ê Gulanê bû ku tê de şandeyek ji dewleta Tirk jî beşdar bû. Merasîma bêçekkirina PKKê ya 11 ê Tîrmehê di hevdîtina 30ê Gulanê de hat biryar dan. Herwiha, biryar hat dayîn ku li herêmên ku pevçûnên di navbera Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û hêzên Gerîla de qewimîne, peymanek nepenî were çêkirin.

Heta niha, şandeya Îmraliyê ya DEMê 7 caran serdana Îmraliyê kiriye. Lêbelê, hin hevdîtin jî hene ku ji raya giştî re nehatine ragihandin. Yek ji van hevdîtina ya 30ê Gulanê ye. Di vê civînê de, li ser gelek mijaran, bi taybetî çalakiya şewitandina çekan a PKKê, lihevkirinek hevbeş hat bidestxistin.

Di hevdîtina 30ê Gulanê de, Ocalan nerazîbûn nîşan da û got, “Ger ew çekên xwe li ber çapemeniyê radest bikin, ne baş e. Dibe ku ew li dijî me werin bikar anîn weke ku ew teslîm bûne dê were famkirin.” Lêbelê, pêşniyara şewitandina çekan ji hêla rayedarên dewleta Tirkiyê ve hat pêşkêş kirin. nûnerê dewletê got, “Bila ew çekên xwe li ber çavên çapemeniyê bişewitînin, da ku raya giştî dilnîya bibe. pîştî hingê em ê pêvajoyê bi çêkirina di nav xwe de bêdengî bidomînin.” her wiha di hevdîtinê de li ser tiştên ku dikarin werin kirin ku pêşî li pevçûnê li deverên ku hêzên PKKê û dewleta Tirkiyê nêzîk in, hat nîqaş kirin û lihevkirinek hevbeş hat pesendkirin. Rayedarê dewleta Tirk gotin, “Gerîla û leşkerên Tirk ên li herêman dikarin bi fermandarên xwe re hevdîtin bikin û di navbera xwe de çareseriyan bibînin. Dikare destûr bê dayîn ku ew ji tunelan derkevin û cihê xwe veguhezin.”

Radestkirina çekan bi veşartî !

Piştî vê hevdîtinê, pevçûnên di navbera Gerîlayên PKKê û hêzên dewleta Tirk de di meha Hezîran û Tîrmehê de kêm bûn.

Berê hingê, hin komên Gerîla li hin tunelên PKKê-HPGê de hatibûn dorpêçkirin. Tê pêşbînîkirin ku ev hêz, ji ber ku demek dirêj destûr hatibû dayîn ku derkevin, çûne baregeha HPGê. Di berdêla vê de jî, tê ragihandin ku PKKê planên tunelan û cihên depoyên çekan li hin deveran radestî dewleta Tirk kiriye.

Niha, Gerîlayên PKKê tenê di tunelên li jor gundê Guherzê yê li ser xeta Amediye-Deralûkê de man e. Gerîlayên di tunelên din de mayî bi destûra dewleta Tirk bingehên xwe radestkirin.

Çekên li Metîna hatine desteserkirin…

Li gorî çavkaniyên nêzîkî PKKê, piraniya çekên ku hatine radestkirin yên li herêma Metîna-Zapê ne. Wezareta Parastina Millî ya Tirkîyê carinan çekên ku hatî radestkirin weke ku wan desteserkirine radigihîne.  

Herî dawî, di 7 ê Tîrmehê de, Wezareta Parastina Millî ya Tirkîyê hûrguliyên kojmekî mezin a cebilxaneyê ku wergirtiye parve kir. Di nav çekên ku hatine parvekirin de 5 mûşekên dijî-tank, 6 mûşekên parastina hewayî yên SA-7, 2 teleskop, çekên Katyuşa, kamerayên herarî û çekên sûîqastê, di nav de çekên wiha girîng jî hebûn.

zimanê ku di daxuyaniya Wezareta Parastina Millî de hatiye bikar anîn jî pir serincrakêş bû. Wezareta Parastina millî diyar nekir ku kê çek ji kî wergirtine, û peyva “terorîst” nehatiye bikar anîn.

Hevdîtinên veşartî berdewam dikin…

Ji bilî hevdîtinê ku ji raya giştî re hatine ragihandin, gelek hevdîtinên din di navbera şandeya Partiya DEM- Îmraliyê û dewleta Tirkiyeyê de pêk tên. Lêbelê tenê hin ji van bo raya giştî tê aşkerekirin. Hem dewleta Tirk û hem jî PKKê, ji bo ku girseya xwe amade bikin û ji berteka ne kijîn ser xwe, peymanên di navbera xwe de li gorî rastîya civakê ji raya giştî re pêşkêş dikin.

Pustên heman beş