Çeteyên PKKê yên bi navê Ciwanên Şoreşger zarokekî din yê 12 salî ji bajarê Kobanîyê revand û bo bingehên leşkerkirina bi zorê veguhestin.
Çavkaniyên Darka Mazî yên li Rojava Kurdistanê aşkere kirin, li rojên rabûrî çeteyên PKKê Ciwanên Şoreşger ku karê wan revandina zarokane, zarokekî din yê Kurd ji bajarê Kobanîyê revand û bo bingehên meşqê û leşkerkirina bi zorê birin.
Destnîşan kir, ev zarok navê wî Sîrwan Xelîl Ehmed e û ji dayikbûyê sala 2013ê ye û temenê wî 12 sal in.
Dayîka Sîrwan di tomareke vîdyoyî de ku li platforma X parvebûye, bang li Ciwanên Şoreşger, HSDê û Mazlûm Ebdî kiriye ku zarokê wê vegerînin û gotiye tevî ku ew hêjan zaroke û li rêza 6ê ya dibistanê dixwîne, ew nexweşe jî.
Ciwanên Şoreşger rêxistineke ciwanan ya girêdayî PKKê ye, bi telîmatên rasterast yên Cemîl Bayîk tev digere û karê wê çekdarkirina zarokane ji boy PKKê û baskên wê yên li Rojava Kurdistanê.