Ciwanên Şoreşger keçeka 17 salî ji Kobanê revandin

Ciwanen-shorashgar-miryar-net

Çeteyên PKKê yên bi navê Ciwanên Şoreşger keçeke din ya kurd ji bajarê Kobanîyê revand û bo bingehên leşkerkirina bi zorê veguhestin.

Çavkaniyên Darka Mazî yên li Rojava Kurdistanê aşkere kirin, li roja 19 Tîrmeha 2025ê, çeteyên PKKê ciwanên Şoreşger ku karê wan revandina zarokane, keçeke temen 17 sal ji nava ahenga salyada şorşa Rojava ji Kobanê revandin û çarenûsa wê nediyare.

Çavkaniyên me aşkere kirin, keça revandî navê wê Miryara Omer Mamend Walî ye, ji şêniyên Kobanîyê ye û her li wir dimîne.

Çeteyên Ciwanên Şoreşger weke bi sedan keç û zarokên ku wan ji boy PKKê û YPGê revandine, Miryara jî bo bingehên meşqê û leşkerkirina bi zorê birne.

Hêjay bibîranînê ye, li rojên rabûrî Ciwanên Şoreşger zarokekî 12 salî bi navê Sîrwan Xelîl her ji Kobanîyê revand bû û bo bingehên meşqê veguhestbû.

Ciwanên Şoreşger rêxistineke ciwanan ya girêdayî PKKê ye, bi telîmatên rasterast yên Cemîl Bayîk tev digere û karê wê çekdarkirina zarokane ji boy PKKê û baskên wê yên li Rojava Kurdistanê.