Darka Mazî naveroka hevdîtina şanda Îmraliyê û Ocalan ya di 25î Nîsanê de parve dike «4»

Darka Mazî naveroka hevdîtina şanda Îmraliyê û Ocalan ya di 25î Nîsanê de parve dike «4»

Wek tê zanîn şanda Dem Partiyê ji boy hevdîtina bi rêberê PKK’ê Evdilla Ocalan re, di 25î Nîsana 2025 de serî li greva Îmraliyê dabû, di vê hevdîtinê de Ocalan û şanda demê danûstandin li ser gelek mijaran kiribû, tevî ku hinek ji axaftinên di vê hevdîtinê de ji aliyê şanda demê hatibûn parvekirin jî, lê belê hemû axaftin nehatibûn parvekirin, piştre bi zimanê Tirkî naveroka van danûstandinan li Ewropayê hatin parvekirin û hat ragihandin ku ev axaftin ji aliyê yek ji endamên şandê bi awayekî veşartî hatiye parve kirin, loma emê di vê nivîsê de wan axaftinan wek xwe parve bikin.

Tişta balkêş di vê beşa axaftinên şanda DEMê û Ocalan de eve ku Ocalan basî dirustbûna Îsraîla duyemîn (Kurdistanê) dike û dibêje astenga herî mezin li hember plana avakirina dewletekê ji kurdan re ez im, û vê yekê bi fexir û şanaziyeke mezin ve bas dike, Ocalan her wiha di vê beşa axaftina xwe de HSD’ê weke Heşdî Şebî ya Îsraîlê binav dike û pesna Mistefa Kemal Ataturk dike…

Axaftina şanda demê bi Ocalan re bi vî awa didome:

Perwîn Buldan: Di hevdîtinekê de bi serokkomar re, me li ser çend qanûnan nîqaş kir ku pêwîste ji hêla parlementoyê ve werin pejirandin.

Serok: Wê qanûn ji boy paş kongreyê bimînin, pêş kongreyê neraste ku qanûn werin derkirin, bi ya min destpêşxeriyên Serokkomar tev rast in, ji aliyê minve pirsa hilweşandinê bi dawî bûye, lê ev ne her tişte, heyanî ev bi dawî neyê nabe ti tiştek din bibe rojev.

Perwîn Buldan: pêşnûmeya cezayê vê hefteyê dê li parlementoyê were pêşkêş kir, pêş hatina qanûnê ji boy nava parlementoyê me hewl da bizanin guherînên çawa wê di qanûnê de werin kirin.

Serok: Ev nerastin, heya ku em mijarên din çareser nekin bi rojevkirina yasaya neraste. Her kes dizane Mustafa Kemal çawa şer kiriye, her kes şerê Anzakan dizane, yên ku herî baş şer dikin dikarin aştiya herî baş çêbikin. Ataturk şerê herî mezin kir û aştî çêkir. Her kes dizane ka bi Yewnaniyan re çawa aştî çêkir. Yewnaniyan Ataturk ji bo xelatê namzed kirin. Niha tên û dibêjin aştî nabe, ev derewe, eger ew bi rastî jî bi Mustafa Kemal ve girêdayî ne, divê ew bên pesna kesayetî a aştîxwaz a Ataturk bikin. Ji boy serokkomar jî ger ev were berçav girtin wê pîvanek destkeft destkeft hebe, heger jî ev berçav neyê girtin pîvanek şikestin şikestin wê hebe. Ev hevsengîya hêzên navdewletî ye, Qarayilan jî basî vê yekê kiriye, ez nizanim mûşek û çi bi wan daye, ger ev neyê berçav wergirtin wê ji Silêmaniyê heyanî Efrînê hemû bibe mîna Xezzeyê, Îsraîlê amadekariyên van hemûyan kirine, her roj basî Xezzeyê tê kirin, lê belê Xezze qedîya û êdî Xezze tuneye. Îsraîl teqemeniyeke ku pirr bi hêz e, û Îsraîl dixwaze kurdan jî bixe nava plana bi Xezze kirina herêmê. Yekane asteng a li ber vê yekê ez im.

Dibêjin zilamekî ku qediyaye û tiştek nemaye çima hûn weke muxateb werdigirin? Ger hûn bi vî rengî bifikirin… PKK e amadeye û hin ji wan hêrsin, ger ez ji pêvajoyê xwe vekşînim wê demê wê şerê rast dest pê bike. Ji xwe PKK’ê gotibû ku xwe ji boy şer amade kirîye, encama vê karesate û plana bi Xezze kirinê eve ku ez bas dikim.

Trump û Netanyahu lihevhatineke nû encam daye, planên wan ên nû hene, ew dibêjin ya ku em bixwazin wê li Rojhilata Navîn were cîbicî kirin û çendîn Xezzeyên nû çêkirin e. Çi bû, ji boy Kobaniyê jî digotin Kobanê vaye dikeve, Kobanê ket, ev hemû derew bûn û roja ku Davutoglu jî hat vir, li Kobaniyê nêzî 300 kes hatin kuştin. Ev hemû hev dem bûn ligel van rojan. Roja ku Hakan Fidan jî hatî wesayiteke wî hat teqandin, Hakan ji min re got ezê herim bizanibim çi qewimiye. Ev ne bûyerên neçaverêkirî ne, me di sala 1993an de agirbest ragihand, fermande Bitlîs hat kuştin, piştre 33 leşker jî hatin kuştin, ez dibêjim ji boy asteng kirinê amade me, vê yekê ti elaqeya xwe bi teslîmbûnê yan bêhêziyê ve tuneye, bila bibêjin derfeta dewletbûnê bi dest me ket, ev serkeftineke ne raste, ji ber ku dewlet Pûte û dixwazin tev Kurd îbadeta wî Pûtî bikin.

Dibêjin lê binêrin, dema derfeta dewletbûnê bi dest me ket Apoyê xayîn rê bi dewletbûna me neda. Wê destpêkê Barzanî vê yekê bibêje, ji ber ku ev plan di rojevê de ye. Behsa Îsraîlê duyemîn dikin, ji xwe Îsraîla duyem heye, ne ya mine, eve ku tu piştgiriyê lê dikî. Dixwazin Îsraîlê bikin hêzeke serdest di Rojhilata Navîn de. Hatin û çûna Trump û Netanyahu ji boy vê yekê ye. Stratejiyeke 5 qonaxîye, sê qonaxên yekem Xezze, Sûriya û Libnan bi dawî bûne. Du qonax mane ku ew jî Tirkiye û Îran e. Yek ji xalên herî girîng yên vê stratejiyê Kurd in, Îsraîl çawa dixwaze vê bikar bîne? Niha armanca Îsraîlê eve ku min tune bike, ew hişê Qendîlê jî tuneye ku vê yekê asteng bike, ji aliyê erdnîgarî jî derfeta Qendîlê tune ye, Qendîl di bin bandora Îranê û HSD e jî di bin bandora Îsraîlê de ye, bi tenê ez dikarim vê yekê asteng bikim, ez dibêjim têkiliyên stratejîk bi Tirkiyeyê re (muxatebî berpirsê duyem yê Tirkiyeyê) Hakan ev yek qebûl niye, çima?

Berpirsê duyemîn yê Tirkiyeyê: Mebesta min eve ku qonax bi qonax em biçin.

Serok: belê, ez vêrsiyonê pêşkeş dikim, di nava vê vêrsiyonê de cî û mekanê min wê li ko be?

Berpirsê duyemîn yê Tirkiyeyê: Afirandina hişê hevbeş.

 “Ji ber ku ev hevdîtin pirr dirêje, emê di nivîseke din de beşeke din ya danûstandina di navbera şanda demê û Ocalan parve bikin.”

Didome..