Nasnameya 5 Gêrîlayên li 2019ê hatine kuştin, ji nû aşkere bû

PKK-5-Gerila-Zap-Net

Rêxistina PKKê nasnameyên 5 Gerîlayên xwe eşkere kir ku sala 2019ê li Zapê canê xwe ji dest daye û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştbû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja şemî 3î Tebaxa 2025ê, bi daxuyaniyekê nasnameyên 5 endamên xwe yên ku li 15ê Tîrmeha 2019an li Zapê canê xwe ji dest dayne aşkere kir.

Navên Gerîlayan wihane:

Ebdulla Sadun ji Mêrdînê ye.

Kader Nûreddîn ji Bedlîsê ye.

Mihemed Seîd Ebdulbaqî ji Şirnexê ye.

Sîmîn Cefer ji Xoyê ye.

Murad Hesen ji Şirnexê ye.

Piştî ku PKKê mirina van Gerîlayan bo dema 6 salan li malbatên wan veşartî, îro hatiye di pesnê wan de dibêje me fedayên xwe yên Apoyî wenda kirin, em wan bi rêzdarî li bîr tînin.

Pustên heman beş