Di navbera HSD û Artêşa Sûriyê de şer û pevçûn derket

Di navbera HSD û Artêşa Sûriyê de şer û pevçûn derket

Çapemeniya Rojavayê Kurdistanê ragehand ku îro 04.08.2025ê şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê û artêşa hikûmeta demkî ya Sûriyê de derketiye.

Di wê çarçoveyê de HSDê beyanameyekî belav kir û ragehand: ‘’Hêzên Hikûmeta demkî ya Sûriyê êrîşî ser pêgehên me yên leşkerî yên li navçeya Der Hafir a li bakurê Sûriyê kirine û li hember wê hêzên me bersiva êrîşan dane û şer û pevçûn derketiye.’’

Herwaha hat gotin: ‘’Ew êrîşên ku tên kirin asayîşa navçeyê têkdidin û berpirsyartiya wan êrîşan di stûyê hikûmeta demkî ya Sûriyê de ye. Hêzên me mafê wê yekê heye ku berevaniyê li xwe bike û bersiva her êrîşekî bidin.’’

Ew şer û pevçûnên di navbera HSD û artêşa Sûriyê de di demekî de ye ku di meha Adar a borî de peyman li ser hin xalan de di navbera fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê Dewleta Sûriyê yê demkî Ehmed Şera de hat îmzakirin û yek ji xalên rêkeftinê de jî HSD dê bibe beşek ji saziya Wezareta Berevaniya Sûriyê, lê heta naha jî ew peyman nehatiye cîh bi cîhkirin.

Pustên heman beş