DEM Partî: Em navê komîsyonê yê bi ‘terorê’ ve girêdayî qebûl nakin

Dem-Teror-Komisyon-info

Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê avakirina komîsyona parlamenê ya ji bo pêvajoya aştiyê de ragihand, “Em qebûl nakin ku ev pêvajo tenê bi ‘terorê’ ve were girêdan.” Koçyîgît tekez kir ku divê navê komîsyonê xizmeta çareseriya demokratîk a pirsa Kurd bike.

Koçyîgît duh 4ê Tebaxê di daxuyaniyekê da zanîn, di civîna roja Sêşemê de dê li ser nav û sîstema xebatê ya komîsyonê gotûbêj werin kirin û piraniya mijaran dê zelal bibin.

“Em girêdana bi ‘terorê’ re qebûl nakin”

Gulistan Kiliç Koçyîgît, derbarê navê komîsyonê de helwesta partiya xwe diyar kir û got: “Me navek pêşniyar kiribû ku komîsyon bi navê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ be. Em rast nabînin ku ev pêvajo tenê bi ‘terorê’ ve were girêdan û em vê yekê qebûl nakin.”

Koçyîgît tekez kir, divê naverok û navê komîsyonê di xizmeta çareseriyê de bin û got: “Pêwîst e navê komîsyonê bi awayekî be ku xizmeta çareseriya demokratîk a pirsa Kurd û aştiya civakî ya li Tirkiyeyê bike. Divê têgeha ‘demokrasî’yê di navê komîsyonê de hebe.”

Herwiha da zanîn, piştî civîna roja Sêşemê, dê Serokê Parlamenê encamên dawî ji raya giştî re eşkere bike.

“Bi çareserkirina pirsa Kurd, Tirkiye demokratîktir dibe”

Cîgira Serokê Koma DEM Partiyê armanca sereke ya vê pêvajoyê jî destnîşan kir û got: “Ev pêvajo ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsa Kurd e. Ligel çareserkirina pirsa Kurd, dê Tirkiye demokratîktir bibe.”

Pustên heman beş