Qendîl.. PKKê du berpirsên MÎTê azad kirin

PKKê piştî heşt salan du berpirsên payebilind ên îstîxbarata Tirkiyê li Qendîlê berdan
Hat ragihand ku rêxistina PKKê du berpirsên payebilind yên dezgeha îstixbarata dewleta Tirk MÎTê li Qendîlê serbest berdan.
Ajansa nûçeyan ya Mîher aşkere kir, her du berpirsên MÎTê, “Aydin Gunêl” û “Êrhan Pêkçetîn”, berî heşt salan di operasyoneke PKKê de li navçeya Dukanê ya parêzgeha Silêmaniyê hatibûn girtin.
Li gorî Qendîlê, her du kesan serperiştîya şebekeyeke sîxoriyê dikirin ji bo hedefgirtina rayedarên PKKê. Ji wan jî kuştina Cemîl Bayîk hevserokê KCKê.