Darka Mazî naveroka hevdîtina şanda Îmraliyê û Ocalan ya di 25î Nîsanê de parve dike «5»

Wek tê zanîn şanda Dem Partiyê ji boy hevdîtina bi rêberê PKK’ê Evdilla Ocalan re, di 25î Nîsana 2025 de serî li greva Îmraliyê dabû, di vê hevdîtinê de Ocalan û şanda demê danûstandin li ser gelek mijaran kiribû, tevî ku hinek ji axaftinên di vê hevdîtinê de ji aliyê şanda demê hatibûn parvekirin jî, lê belê hemû axaftin nehatibûn parvekirin, piştre bi zimanê Tirkî naveroka van danûstandinan li Ewropayê hatin parvekirin û hat ragihandin ku ev axaftin ji aliyê yek ji endamên şandê bi awayekî veşartî hatiye parve kirin, loma emê di vê nivîsê de wan axaftinan wek xwe parve bikin.
Ocalan di beşke di a axaftina xwe de ji şanda Îmraliyê û rayedarên dewleta Tirk re dibîje, serokên kurdan yên weke Şêx Seîd, Seyid Riza û Cemîlê Çeto çûn cem Mistefa Kemal û daxwaza dilovaniyê ji wî kirin, lê Mistefa Kemal dilovanî bi wan nebir. Ocalan bi vê yekê dixwaze serokên netewî yên kurdan ku tev jiyana xwe di berxwedana li dijî dagirkeran derbas kirin weke kesên bê îrade û tirsonek nîşan bide. Lê belê dîrok şahde li ser vê yekê ku ev serok û rêberên netewî yên kurdan berevajî Ocalan qet teslîmî dewletê nebûn û li hember dewleta Tirk serê xwe netewand û bi serbilindî ji vê dinê bar kirin.
Ocalan her wiha di vê beşa axaftina xwe de HSD’ê weke Heşdî Şebî ya Îsraîlê binav dike.
Axaftina şanda demê bi Ocalan re bi vî awa didome:
Serok: Dibe ku hûn bixwazin min tune bikin (rayedarên Tirkiyê nerazîbûn nîşan dan), lê ez dizanim ev 30 salin hûn min dibparêzin.
Berpirsê yekê: Ji boy ku bikarîn çêtir we biparîzîn me birêz Ehmed anî.
Serok: Em tiştekî xerab nakin, em kurdan nafiroşin, ez mamosteyê berevanîkirina ji xwe me, lê niha îxanet kir û statîko bi ser kurdan de sepand, na danûstandin tê kirin li gorî vê axaftin li ser rewşê tê kirin, Îsraîl di xebatê de ye, berê xwe da berpirsekî û got: hevalekî te li wirr rûniştibû û min jê re got wê HSD’e bibe sed hezar kes, ne bi dilê wî bû, tu bi vê hêrs nabî, lê belê HSD’e bû sed hezar, Îsraîlê Heşdî Şebî ya xwe ava kiriye. Karayilan gotiye ku teknîka wisa di dest me de heye ku di dûratiya 800 kîlometroyan de em dikarin xwe biparêzin, ev yan îranê ev teknîk bi wan daye yanjî Îsraîlê, rast e encama vê dibe bigihîje dewletbûnê, lê belê serkeftina wê lawaze, 50 salan me şer kir, pirr zehmet bû, ez di xweşiyan de nedikarîm parî bikim devê xwe de hûr bikim, cewhera pirsgirêka kurd wisaye xwe ji lûtkeyê avêtiye xwar, Şêx Seîd, Seyid Riza û Cemîlê Çeto çûn cem Mistefa Kemal û daxwaza dilovaniyê ji wî kirin, lê Mistefa Kemal rehim bi wan nebir, niha kurdekî cehş ê wisa jî heye îro bi we re ye û sibe bi Îsraîlê re, ya ku ji we re pêwîste hêza îdolojîk e. Ew dibêjin ku vê yekê li ser bingeha baweriyê dikin, lê ev ne meseleya baweriyê ye, rastî û realbûn hewce dike, pêwîstî bi stratejî û têgihiştina baş ji dewletê heye û pêwîst dike hevpeymanên xwe pirr bi başî hilbijêrin, xala ku Baxçelî gihiştiyê nîşaneya pêgihiştina şoreşa neteweperestan e.
Rayedarekî Tirk : Birêz Abdulla şorbe û xwarin?
Serok: dibe.
Dest bi anîna xwarinê bo ser maseyê kirin, wan şorba, mirîşk, birinc, selete û tost jî anîn, me hem xwarin xwar û hem jî axivî.
Perwîn Buldan: Li vir şert û merc bo qeydkirina vîdeoyê ji boy kongreyê heye…
Berpirsê yekem: Em di mijarê de 51% ne, yanî sedî 51% di xalekî erînî de ne. Ev mijar ji boy me pirr girîng e, ji ber ku ev parastina mehremiyetê ye, heger ku ev qeyda vîdeoyê bikeve nava înternetê de evê bihêle ku ev pêvajo salekê paşve biçe, ev jî xaleke pirr nebaşe. Loma pêwîst dike li ser vê mijarê bi Serokkomar re nîqaş were kirin.
Perwîn Buldan: Serok, me peyama we ji Semra Ozal re ragihand, rewşa wî ya tendirustî hinekê nebaşe loma peyama we me da destê kurê wî.
Perwîn Buldan: Gelo ji boy hatina Sezgin Tanrıkulu Ozgûr Ozel ji boy vir ti hemahengiyek hatiye kirin?
Serok: Bi tenê weke perspektîf ez axaftime, pirsa CHP’ê di van nêzîkan de wê bibe pirseke girîng.
Perwîn Buldan: Hevserokên me bi CHP’ê re civînek li dar xistin.
Serok: Ez jî li vir bi dewletê re dixebitim, ti eleqeya wê bi AKP ê an jî tifaqa Cimhorî re tuneye, CHP e xwe wekî xwediyê dewletê dibîne, rast e? Vaye em bi dewletê re dicivin, eger komîsyonek yan şandeyek hebe ez bê guman dixwazim bi rêya wan bi CHP ê re bicivim.
Rayedarê Tirk: Sezgin dikare were, lê belê ez nebawerim Ozgûr Ozel bikare were, nizanim.
Serok: Armanca me ne ewe ku em tifaqa Cimhorî an jî tifaqa Tirkiyeyê qezenc bikin. Armanca me xurtkirina demokrasîya Tirkiyeyê ye. Ger em biserkevin, Demokrasî dê xurt bibe û komara demokratîk dê bihêztir bibe, emê xalên taybet bi demokrasiyê di nava destûra bingehîn de bi cî bikin, heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, dewlet nikare demokratîk bibe, pirsgirêka kurd meseleya man û nemanê ye, em hewl didin ku wê çareser bikin, bila hinekê guhdar bin, min name ji Numan Kurtulmuş re jî şandiye û min jê re got guhdariya min bikin, em daxwaza komara demokratîk dikin. Çima hûn li dijî vê yekê ne û hûn îtîraz dikin? Mustafa Subhî hat, di rê de ew kuştin, Koçgirî bi tevahî hat wêrankirin, Şêx Seîd, Seyid Riza, Seîd Elçî, Qormizî Toprax, Mahîr Çapan, Denîz Gezmîş… Ez biserketim û li cem we me, 30 salin ez li vir im bi dewletê re eleqedarim, malbeteke mezin yan jî eşîreteke min ya mezin tuneye, piştevaniyeke wisa min tune ye, bi hin jêhatiyên xwe min ev mijar gihand vê astê. Demîrel çi digot? Dawî Serhildana kurdan, guman tune ku ez kesê herî başim ji boy serxistina dawî serhildana kurdan. Ez naxwazim pesna xwe bidim, min ew hişyar kir û jê re got, hûn bi înkarkirina kurdan dawiya xwe leztir dikin, Ozal got, erê tiştê tu dibêjî rast e, lê bes e.
“Ji ber ku ev hevdîtin pirr dirêje, emê di nivîseke din de beşeke din ya danûstandina di navbera şanda demê û Ocalan parve bikin.”
Didome..