HSD: Hikûmeta Şamê û komên wê Agirbestê li Dêrazor û Helebê binpê dikin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hikûmeta Şamê û komên çekdar ên girêdayî wê bi binpêkirina agirbestê li Dêrazorê, Til Temir û derdora Helebê tawanbar dike. Li gorî HSDê, ev êrîşên dubare “peymana di navbera Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera de dixin metirsiyê.”
Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 9ê Tebaxê di daxuyaniyekê de ragihand, di demekê de ku gelê Sûriyeyê li benda aramiyê ye, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê û yên di bin sîwana hikûmeta Şamê de, binpêkirinên xwe yên li dijî agirbestê didomînin.
Hûrgiliyên Êrîşan
Li gorî daxuyaniyê, ev komên çekdar li herêmên wekî Dêra Zorê, Dêr Hafir, Bendava Tişrînê û Til Temir êrîşan pêk tînin. Her wiha hat gotin, “tevgerên bi guman” li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li bajarê Helebê hene, ku ev yek binpêkirineke eşkere ya peymana di navbera rêveberiya her du taxan û rêveberiya Şamê de ye, ya ku di 1ê Nîsana 2025an de hatibû îmzekirin.
HSDê diyar kir, Komên navborî zêdetirî 22 caran êrîşî herêmên wan kirine, tê de çekên giran bi kar anîne. Her wiha êrîşên bejahî û hewldanên derbasbûna Çemê Firatê ji bo êrîşkirina ser baregehên hêzên me yên li Dêrazorê pêk anîne.
Di encama van êrîşan de, li gorî daxuyaniyê, zêdetirî 11 sivîlan birîndar bûne û ziyaneke mezin gihîştiye herêmên sivîlan.
HSDê tekez kir, ev êrîş “bi peymana Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re naguncin,” ji ber ku cewhera vê peymanê li ser rawestandina tam a agirbestê û parastina sivîlan hatiye avakirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Me di tevahiya dema borî de xwe ragirt û li gel êrîşan jî me hewl da aramiyê biparêzin. Lê berdewamiya van êrîşan gefê li baweriya hevbeş dixwe û lihevkirinan dixe ber ceribandinê. Hikûmeta Şamê berpirsiyariya tam hildigire.”
Banga HSDê
Di dawiya daxuyaniya xwe de, HSDê ev bang û daxwaz pêşkêş kirin:
– Em daxwazê ji hikûmeta Şamê, komên girêdayî wê, û herwiha komên destekkirî ji aliyê Tirkiyê ve dikin ku hemû binpêkirinan tavilê rawestînin û pabendî xalên peymanê bibin.
– Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku van binpêkirinan bişopînin û ji bo misogerkirina rêzgirtina li peymanan bixebitin.
– Em destê xwe ji bo diyalog û hevkariyê dirêj dikin ji bo Sûriyeyeke ewle û aram, lê di heman demê de em amade ne ku ji bo parastina maf û ewlehiya gelê xwe her tiştê pêwîst bikin.