PKKê can ji dest dana 2 berpirsên xwe yên payebilind ragehand

PKKê can ji dest dana 2 berpirsên xwe yên payebilind ragehand

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê PKKê ye bi daxuyaniyekî ragehand, 2 endamên Komîteya Navendî yên PKKê di êrîşên esmanî yên sala 2019 û 2021ê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gor çapemeniya nêzîk PKKê ragehandiye endamên Komîteya Navendî yên PKKê Metîn Arslan ku nav PKKê de wek Koçero Urfa dihate naskirin û Nûredîn Sofî di êrîşên esmanî yên artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya HPGê Metîn Arslan (Koçero Urfa) endamê Komîteya Navendî ya PKKê û fermandarê Akademiyên Apollo yê HPGê bûye û roja 4ê Mijdar a 2019ê di êrîşeke esmanî ya artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha li gor heman daxuyaniyê endamê Komîteya Navendî ya PKKê Nûredîn Sofî jî roja 6ê Nîsan a 2021ê bi heman awayî di êrîşeke esmanî de bûye armanc û jiyana xwe ji dest daye.

Pustên heman beş