Hin ji keçên biçûk yên çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” revandine rastî tecawîzê hatine

Revandina zarokan li Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin desthilata HSD’ê de ji aliyê çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ve ku rasterast fermana ji PKK’ê werdigirin berdewam dike, li gor agahiyan hinek ji van keçên biçûk ku tên revandin ji aliyê endamên vê grûpa çeteyan ve rastî tecawîzê hatine.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, hejmareke keçên biçûk yên ku ji aliyê rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ve hatine revandin, ji aliyê hinek endamên vê rêxistinê ve rastî tecawîza seksî hatine loma berpirsên vê rêxistinê civînek di vê derbarê de li dar xistiye û hin biryar derkirine.
Çavkaniyên me tekez kirin, di vê civînê de ku di destpêka meha Tebaxê ya îsal li sînorê bajarokê Kobaniyê hatiye lidarxistin de biryar hatiye dayîn ku ew keçên biçûk pêş ku beşdarî dewreyên perwerdehiya leşkerî û siyasî bibin di nava refên HSD’ê û YPG’ê de, pêwîst dike muayeneya bijîşkî ji wan re bê kirin ka ew ducanî bûne yan na.
Çavkaniyên me didin eşkere kirin, ev biryara rayedarên “Ciwanên Şoreşger” ji boy wê yekê ye ku ger keçek ji encama tecawîza seksî ya endamên rêxistinê ducanî bûbe ji van dewreyên perwerdehiyê bê durxistin heta ku tecawîzkirina li ser wan eşkere nebe.