Agir li navçeyên Diyarbekirê belav bû û bi hezaran donim şewitîn

Li navçeyên Karaz, Licê û Hênê yên Diyarbekirê şewateke mezin derket. Ji ber ku destêwerdan ji asman ve nehat kirin, agir bi lez belav bû û di encamê de bi hezaran donim daristan şewitî û sê welatî jî bo nexweşxaneyê hatin rakirin.
Agir duh 15ê Tebaxê piştî nîvro li gundewarê navçeya Karazê ji ber sedemeke nediyar derket. Ji ber bayê, şewat di demeke kurt de geş bû û xwe gihand sînorên navçeyên Licê û Hênê.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Serra Bucak û Dogan Hatun demildest çûn herêma şewatê. Tîmên şaredariyê û welatiyên herêmê bi hemû derfetên xwe hewl dan ku agir vemirînin. Lê belê, ji ber ku ji asman ve bi helîkopteran destêwerdan nehat kirin, hewldanên bejahî têrê nekirin û agir xwe gihand nava gundan.
Li gorî zanyariyên herî dawî, şewata li navçeya Licê hîn jî bi awayekî berfireh didome. Parêzgariya Diyarbekirê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand, sê kesên ku ji dûmanê bi bandor bûne, bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku bi hezaran donim erdê daristanî bi temamî şewitiye.