Kurtulmuş: Em ê pêvajoya biratiyê biser bixînin

Kurtulmuş: Em ê pêvajoya biratiyê biser bixînin

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand, parlamentoya wan dê ji bo temamkirina “pêvajoya biratiyê” bêyî ku ti gavekê paşve biavêje dê berpirsiyariya xwe bicih bîne. Kurtulmuş herwiha hişyarî da ku “hinek kes li hundir û derve dixwazin rê li ber aştî û biratiyê bigirin” û tekez kir ku divê rê li ber wan were girtin.

Numan Kurtulmuş îro 19ê Tebaxê di destpêka civîna çaremîn a “Komîsyona Lihevkirina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê” de axivî û got: “Parlamentoya Tirkiyeyê dê bêyî ku gavekê paşve biavêje, erkê xwe bicih bîne, da ku ev pêvajo di zûtirîn dem de bi dawî bibe û biratiya me ya herheyî were misogerkirin.”

Serokê Parlamentoyê bal kişand ser girîngiya piştgiriya civakî û wiha domand: “Yek ji erkên me yên herî girîng ew e ku em razîbûna civakî zêde bikin û piştrast bin ku piştgiriya beşên cuda yên civaka me ji bo vê pêvajoya biratiyê zêdetir dibe. Em di navenda pêvajoyekê de ne û divê em bi kelecaneke mezin bixebitin.”

Kurtulmuş da zanîn, ew ê di komîsyonê de guh bidin hemû sazî û pêkhateyên ku dikarin beşdarî pêvajoyê bibin û di dawiyê de ji gelê Tirkiyeyê re nîşan bidin ka pêvajo çawa dikare bi awayekî serkeftî bi dawî bibe.

erwiha, Kurtulmuş hişyarî da û got: “Yek ji xalên girîng ên ku divê em di vê pêvajoyê de bala xwe bidinê ew e ku li hundir û derve kesên ku dixwazin rê li ber aştî û biratiyê li Tirkiyeyê bigirin hene. Pêwîst e em rê li ber wan bigirin.”