Darka Mazî naveroka hevdîtina şanda Îmraliyê û Ocalan ya di 25î Nîsanê de parve dike «6»

Wek tê zanîn şanda Dem Partiyê ji boy hevdîtina bi rêberê PKK’ê Evdilla Ocalan re, di 25î Nîsana 2025 de serî li greva Îmraliyê dabû, di vê hevdîtinê de Ocalan û şanda demê danûstandin li ser gelek mijaran kiribû, tevî ku hinek ji axaftinên di vê hevdîtinê de ji aliyê şanda demê hatibûn parvekirin jî, lê belê hemû axaftin nehatibûn parvekirin, piştre bi zimanê Tirkî naveroka van danûstandinan li Ewropayê hatin parvekirin û hat ragihandin ku ev axaftin ji aliyê yek ji endamên şandê bi awayekî veşartî hatiye parve kirin, loma emê di vê nivîsê de wan axaftinan wek xwe parve bikin.
Ocalan di berdewamiya axaftina xwe ya bi şanda Dem partiyê û nûnerên dewleta Tirk re dibêje, min Marksîzm di bingeh de guherî. Her wiha dibêje, heke aşîtîya Tirkiyê pêkwere dê bandorê li tev herêmê bike. Û dê bandora xwe li dunyayê jî bike. Em mahekê bi hev re bixebitin wê Îsraîlê bidin sekinandin. Eger ez bikaribim stratejiya kurdan ya mîna dînatîya Xezzeyê asteng bikim, Îsraîl dê were ser xet.
Axaftina şanda demê bi Ocalan re bi vî awa didome:
Ozgûr: serokê min, fîlsofê Frensî “Alain Badiou” ji boy piştgiriya banga we daxuyaniyek parve kir.
Serok: fîlsofe ne wisaye? Navê pirtûka wî çi bû?
Ozgûr: etîk, felsefeya etîk, di warê felsefê de dixebite û dibêje li hember lîstikên împeryalîstan fikra Ocalan ji boy hevpeymaniya di nêvbera Kurd û Tirkan de baştirîn fikir e, û li ser navê xwe û hevjîna xwe daxwaz ji we kiriye ku talîmatan bidin wan da ku di çarçoveya banga we de li Fransayê çalakiyan lidar bixin.
Serok: başe, ev girînge. Ez ji serdema şoreşa Fransayê ve, ji Babulê ve, liser sosyalîzmê disekinim. Ez hewl didim ji Fransiyan têbighim û wan bikim çavkaniya îlhamê, ev ji min re pirr girîng e. Hûn nameyekî binvîsînin, divê berî vê yekê lêkolînek navxweyî li ser Ertugrul were kirin. Ji Badiou re bibêjin tişta ku me pêkaniye ne tenê bandorê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî dike, lê di heman demê de bandorê li gelên cîhanê jî dike.
Bêy nav anîna Îsraîlê vê nameyê binivîsînin, pirsgirêka Xezzeyê xeternake. Min karîna pêşîgirtina ji van karesatan heye, û ez karîm ji aliyê aştiyê ve xizmeteke mezin ya navçeyê bikim. Ev hewildanên me li dijî rastgirên li Ewropayê jî wê serkeftî bin. Muxatebî Ozgûr, ez fermanekê didim te. Zizek jî heye, xelata Nobel heye, divê tu bi wan re jî biaxivî û nameyekê ji wan re bişînî. Şansê serkeftina aştî û demokrasiyê û sosyalîzmê heye. Jê re bibêje ku silavên wî gihîştin.
Ozgûr: hefteya borî li Romayê Konferansa azadiya ji boy Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hebû, ji sedî 95 ya beşdarbûyan Ewropî bûn, Ji Amerîkaya Latîn, Asia û Misrê jî xelk beşdar bûbûn.
Serok: bi rastî?
Ozgûr: piraniya beşdarbûyan înternasyonalîst, sosyalîst û anarşîst bûn, û ketine di bin bandora felsefeya we, lêkolîn li ser rêbaza we dikin, di dawiya konferansê de biryar hat dayîn ji boy xelata Noble tu werî namzedkirin.
Serok: min Marksîzm di bingeh de guherî. Marx ji şeş pirtûkan ya ewilî nivîsand. Û wî ew jî weke sê cild fikirî. Wî cildek nivîsî her du cildên din Engels sererast kirin. Ew her sê cildên din man. Ew pirtûka markisîzmê ya destê me de nîvçe ye. Van 200 salên dawî Reel Sosyalîzmê qedera mirovahiyê têkbir. Wî şerê Kapiîtalîzmê nekir berovajî jiyan da Kapîtalîzmê. Min çêzûmlema vê kiribû. Heke jîyê min têrê bike ez dixwazim bi we ra parve bikim. ( ev bi wesîleya vê Konferansê ji bo dost û rewşenbîrên bîyanî digotin) min amadekarî yên hişê kirin e. heke aşîtîya Tirkîyê pêkwere dê herêmê bandor bike. Û tesîra xwe li Dunyayê bike. Em heyvekê bişuxilin dê Îsraîlê bidin sekinandin. Eger ez bikaribim stratejiya Kurdan a mîna dînatîya Xezzeyê asteng bikim, Îsraîl dê were xetê.
Min pêşniyara drustkirina komîteyeke înternasyonalîst kiribû, min behsa Ertuğrul û Dûran Kalkan kiribû, dikarin wî karî bikin? Karê me li vir li ser hundirê Tirkiyeyê ye û ev jî karê derve ye.
Perwîn Buldan: plana me heye bi Baxçelî, Dawdoxlu û Babacan re civînan lidar bixin, we jî daxwaza encamdana civînê bi Dawdoxlu re kiribû.
Serok: dema nameya Dogu Perinçek gihîşt wê bersiva wî bidim, pirtûkeke Dawdoxlu ya bi navê Kûrahîya stratejîk heye, di yekem proseya aştiyê de kesekî çalak bû, nameyekê jî ji wî re bişînin û jê re bibêjin te livînên baş kirine û ewên di nava pirtûkê de te bas kirin wê bibin rastî, ji boy Babacan jî ger we pêwîst dît nameyekê bişînin.
Perwîn Buldan: birêz serok, Fuza Yusuf jî beşdarî konferansa li Romayê bûbû.
Serok: ew kîye?
Ozgûr: kodnavê wê Zaxo ye, ew di konseya PYD’ê de ye.
Serok: ew ji şêniyên Rojavaye ne wisa ye? Hûn rû bi rû bi wê re civîyan?
Perwîn Buldan û Ozgûr: belê di konferansê de bû.
Ozgûr: ew dibêje bandoreke pirr baş a banga we li ser Rojava hebûye. Basî vê yekê kir ku komkujiya Nuseyriyan li Sûriyê ji wê ya ku tê baskirin mezintire.
Serok: bi rastî?
Ozgûr: belê, êrîş li ser zêdetirî 500 gundan hatiye kirin, weke êrîşa li ser Êzidiyan li Şengalê, digo bi vê rewşa niha nikarin jinan li Sûriyeyê bi lawazî û bêy berevanker bihêlin.
Serok: gelo çi ji Elewîyên Nuseyrî re kiriye?
Ozgûr: rojên borî karwanekî alîkariyên mirovî ji wan re şandiye, lê belê hikûmeta Şamê pêşî li vî karwanî girt.
Serok: pêşî lê girt?
Ozgûr: Careke din karwanek din şandiye, lê belê karwanê duyemîn gihiştiye.
“Ji ber ku ev hevdîtin pirr dirêje, emê di nivîseke din de beşeke din ya danûstandina di navbera şanda demê û Ocalan parve bikin.”
Didome..