Rêveberiya Xweser li Herêma Kobanê dest bi serjimêriya giştî kir

Rêveberiya Xweser li Herêma Kobanê dest bi serjimêriya giştî kir

Rêveberiya Xweser îro 30ê Tebaxê, dest bi proseya serjimêriya giştî ya xelkê li herêma Kobanê kir. Ji bo ku prose bi awayekî serkeftî birêve biçe, li seranserê herêmê qedexeya çûnûhatinê hate ragihandin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Xweser, 4 hezar tîmên taybet ên serjimêriyê li bajarên Kobanê, Sirîn, Eyn Îsa, El-Qenaye, Çelebiye û gundewarên wan digerin û dest bi tomarkirina daneyan kirine.

Ji bo hêsankirina karê tîman û misogerkirina rastbûna hejmaran, Rêveberiya Xweser daxwaz ji welatiyan kir ku heta bidawîhatina proseyê li malên xwe bimînin û bi tîmên serjimêriyê re hevkariyê bikin. Qedexeya derketina derve dê heta bidawîbûna karê serjimêriyê berdewam bike.

Rêveberiya Xweser ragihandiye ku ji bo serxistina vê proseya girîng hemû amadekarî û tîmên pêwîst hatine dabînkirin.