Darka Mazî naveroka hevdîtina şanda Îmraliyê û Ocalan ya di 25î Nîsanê de parve dike «7»

Darka Mazî naveroka hevdîtina şanda Îmraliyê û Ocalan ya di 25î Nîsanê de parve dike «7»

Wek tê zanîn şanda Dem Partiyê ji boy hevdîtina bi rêberê PKK’ê Evdilla Ocalan re, di 25î Nîsana 2025 de serî li greva Îmraliyê dabû, di vê hevdîtinê de Ocalan û şanda demê danûstandin li ser gelek mijaran kiribû, tevî ku hinek ji axaftinên di vê hevdîtinê de ji aliyê şanda demê hatibûn parvekirin jî, lê belê hemû axaftin nehatibûn parvekirin, piştre bi zimanê Tirkî naveroka van danûstandinan li Ewropayê hatin parvekirin û hat ragihandin ku ev axaftin ji aliyê yek ji endamên şandê bi awayekî veşartî hatiye parve kirin, loma emê di vê nivîsê de wan axaftinan wek xwe parve bikin.

Axaftina şanda demê bi Ocalan re bi vî awa didome:

 Serok: belê, silav ji Zaxo û hevalên wê re, ji bo amadekirina bernameyeke girîng û mezin ezê li ser Şera û Sûriyeyê, ku navenda Ereban e, bisekinim. Başe, bila em bi hev re bin, bila axaftina dawiyê ya te be, bila weke ku em mal ji agir xelas dikin tev negerin, nabe em gavên yekalî bavêjin (Rayedarê Tirkiyeyê jî bi livandina serê xwe axaftinên serok pejirand). Tirkmen jî girîngin, Artûk û Tûtûş hemû tên ber hewa kirin, ji ber ku Tirkçiyetiyê amade dikin û piştre komkujiyê dikin, evca Ereb jî di bin navê wê yekê ku Ereb in ti Tirkmenekî nahêlin, li Şam û Helebê jî hene, Şera neteweperestekî tundrewê Ereb e, demokrasîya herêmî ya ku ez bas dikim ji boy vê pêkhateyê jî pir başe, nefesê bi wan dide, hezar salin Turkmen li wir nîştecîne, Îbrahîm hinekê têgihiştiye, lê eger tu li Sûriyeyê wisa bikî ezê vekşim, yên ku lobiya Erebî dikin wê bisekinin, nabe ev bibin kartên zextê, Mîsaqa Millî naveroka hevpeymaniya kurd û Tirkane li dijî gefan, daxwaza garantiyê dikîn, di destûr de jî daxwaza garantiya destûrî dikîn.

Rayedarê Tirk: çavê her kesî li ser wêye, ti kes nikare bi tena serê xwe tiştekî bike.

Serok: weke pêngava yekemîn ev hevpeymanî li Sûriyeyê tê cîbicîkirin, plana me ya yekemîn eve, ji ber ku Sûriye wekhevî Tirkiyeyê ye û wê Tirkiyeyê bihêz bike, rehendek eşayirî û lobiyek Erebî jî heye bila em bi van neyên xapandin, Sûriye jî bi qasî Tirkiyeyê bi nirxe, bila kes jî belaş ji ber axaftinên min basî korîdorê neke, silavên min bigihîne Zaxo û hevalên wê, daxwaza demokrasîya herêmî ji boy tev pêkhateyên Sûriyeyê dikim, bila di nava Nuseyrî, Dorzîyan û li Şam û Helebê jî xwe bihêztir bikin. Bila HSD’e xwe zêdetir bihêz bike, li wir hêza wê yekê me heye ku xwedîtiyê li her kesî bikin û ti kes nikare pêşiya me bigire.

Perwîn Buldan: roja 14ê Nîsana 2024an, rêxistina jinên kurd bi amadebûna nûnerên çend partiyên siyasî civîya, û platforma jinên kurd avakirin, bi tenê PDK’e beşdar nebû û di daxuyaniyek hevbeş de daxwaza yekîtiya netewî ya kurdan û dirust kirina hişê hevbeş yê kurdan kir.

Serok: mijar û pirsa jinan pir girîng e, wê gotûbêjan li ser bikîn û wê bas bikim ka çima jin û pirsa jinan girîng e? Dibêjin jin nîva zelamî ye, heya ku jin nebe zeam jî nabe, lê ez tiştek ciyawaz dibêjim.

We behsa hevjîna Badiou jî kiribû, ne wisaye? Sedema vê yekê ku mirovayetî ewqas rûbirûyê komkujî û karesatan bûye kole kirina jinane, yek ji taybetmendiyên min yên balkêş jî têgihîştine ji vê rastiyê. Jiyan kirina min bi jinan re balkêş, gumanên min pirin, li gor min eger ev nakokî neyên çareserkirin, wê pirsgirêkên pir kûrtir serhildin, di nava civakê de zilamek ji boy ku bizewce pêwîst dike mezinbûna xwe biselmîne, her ji serdema Sûmeriyan, serdema xwedawendan, mirovayetî heyanî niha paşve çûye, Sûmer pirre ji çîrokên jinan, Tewrat jî her wisa, nîva Quran û Îslamê jî her derbara vê yekê ye, ya ku îro kapîtalîzm jî li ser lingan hiştiye ev rîklame ku li ser jinan û bi rêya jinan ve tê kirin, ev nûjenîya ku ez dixwazim bikim eve ku her roj di bin navê evînê de cînayet tên kirin, bi vê re jî astengiyên li hember jiyana jinan hene, belê jin kirine amûrek ji boy rîklamê, lê di bin vê de çi heye? Ez dixwazim vekolîneke bineretî di vê derbarê de bikim, ev hevdîtin jî her di vê derbarê de ne, muxatebî Perwîn Buldan: xuyaye hûn jî çavdêrî û lêgerînê ji boy azadiyê dikin, li vir bi te hatibû gotin dayika jin û min jî gotibû jina azad.

Perwîn Buldan: birêz serok we mînaka Nefirtîtiyê anîbû.

Serok: li Îraqê heya Orfayê çîrokên jinbûnê hene, gotineke Simone de Beauvoir ku dibêje jin ji dayik nabe belku dirustkirî ye heye, ev di pirtûkekê de bi navê Exnaton jî heye, Nefirtîtî prensêseke Mîtanî ye, li wir peyvek weke peyvên kurdî hatiye bikaranîn li bîra min nayê, bavê wê nameyek jî bi wê re şand cem Fîrewnê Misrê, û wê jî ya bi çavên xwe dîtibû bas dikir, di koçkên Mîtaniyan de Puduhepa, li Babil jî Semîramîş tev ji vê çandê ne. Li her ciyekê bûk ji wan re hatine birin, li vir çîroka jinbûnê heye, çawa em dikarîn vê çandê azad bikîn? Ji aliyê dîrokî ve em dikarîn bigihîn nasnameya jinek azad, muxatebî Perwîn Buldan: tu jineke çalakî.

Perwîn Buldan: gelê Hekariyê tev çalak in.

Serok: lê ya girîng eve ku vê yekê bikîn çand.

 “Ji ber ku ev hevdîtin pirr dirêje, emê di nivîseke din de beşeke din ya danûstandina di navbera şanda demê û Ocalan parve bikin.”

Didome..