Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê: Çend dron li Silêmaniyê hatin xistin

Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku, serê sibeha îro çend dron li Silêmaniyê hatine êxistin.
Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand, “Saet 4ê serê sibeha îro (Duşem, 1ê Îlona 2025ê) çend dron ji bilindahiyên Ezmer û Gwîje ber bi Debaşanê ve hatin û paştir teqe lê hat kirin û hatin êxistin.”
Wê çavkaniyê amaje jî da ku, li nêzî Debaşanê bingeheke hêzên komando heye. Dema wan zanî ku ew dron ber bi Debaşanê ve diçûn, wan gule lê reşandin û ew têk birin û êxistin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê jî ew zanyarî piştrast kirin, lê hejmara wan dronan eşkere nekir. Herwesa lêkolîn li ser wê bûyerê û cihê şandina wan dronan jî hatiye destpêkirin.