Ocalan bi rîya Rûdawê bang li Kurdan kir bi dewletên dagîrker re bin û dev ji mafên xwe berdin

Ocalan-Peyam-Rudaw-konferance-Net

Abdulla Ocalan îro peyam da konferansa navenda lêkolînan ya Rûdawê û bangî hemû Kurdan kir ku bi dewletên dagîrker re bin û bi wan re di nav yekîtî û hevgirtinê de bin.

Navenda lêkolînan ya rûdawê li ser pêvajoya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ku Tirkiye navê pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror lê dike, konferansek bi navê “Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi zehmetî bi dest dikeve” li dar dixe.

Abdulah Ocalan jî ji konferansê re peyameke nivîskî şand û peyam ji aliyê parlamaneterê Dem Partiyê Mîthat Sancar ve hat xwendin.

Ocalan di peyama xwe de careke din tekezî li ser civaka demokratîk kirîye û ti behsa mafên Kurdan di vê pêvajoyê de nekir.

Ocalan bangî Kurdan kir û got: “Tercîha min ewe ku Kurd, bi wan dewletên ku derfeta pêwendiyeke li ser bingeha civaka demokratîk didin wan re, di nav yekîtî û hevgirtinê de bin. Ez vê yekê wekî “entegrasyona li ser bingeha civaka demokratîk” pênase dikim. Pêvajoya ku em niha dimeşînin dispêrim ser vî esasî û ez di wê baweriyê de me ku dê bi ser bikeve”.

Ev axaftinên Ocalan bi wê wateyê dihên ku divê Kurd bi dewletên dagîrker re bin, dev ji mafên xwe yên netewî berdin û di nava wan de asmîle bibin, li gorî Ocalan ev asmîlasiyon bi civaka demokratîk tê pênase kirin.

Ocalan di dawiya peyama xwe de jî gotiye: “Li gorî min, divê pêwendiyên di navbera Kurdan de jî di şêweyê yekîtyeke li ser bingeha demokratîk de bin. Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bicivin û bibin yek”.

Abdulla Ocalan li 27 Sibata îsal 2025ê bi raspardeya Bahçeli û Ardogan yekem peyam da û ji rêxistina xwe xwest xwe fesix bike û ji wan re go: Modêla we nemaye, çekan deynin!.

Ji wê demê ve, 4 peyamên din ji Îmraliyê derketine, Ocalan di tu yêk ji wan peyaman de behsa mafên Kurdan nekir, belku di hemû peyaman de tekez li bêdewletbûnê û bêy neteweyî bûnê bo Kurdan kir û got: Li şûna neteweya Kurd emê neteweya demokratîk ava bikin!.