Darka Mazî naveroka hevdîtina şanda Îmraliyê û Ocalan ya di 25î Nîsanê de parve dike «8»

“Ji ber ku ev hevdîtin pirr dirêje, emê di nivîseke din de beşeke din ya danûstandina di navbera şanda demê û Ocalan parve bikin.” Didome..

Wek tê zanîn şanda Dem Partiyê ji boy hevdîtina bi rêberê PKK’ê Evdilla Ocalan re, di 25î Nîsana 2025 de serî li greva Îmraliyê dabû, di vê hevdîtinê de Ocalan û şanda demê danûstandin li ser gelek mijaran kiribû, tevî ku hinek ji axaftinên di vê hevdîtinê de ji aliyê şanda demê hatibûn parvekirin jî, lê belê hemû axaftin nehatibûn parvekirin, piştre bi zimanê Tirkî naveroka van danûstandinan li Ewropayê hatin parvekirin û hat ragihandin ku ev axaftin ji aliyê yek ji endamên şandê bi awayekî veşartî hatiye parve kirin, loma emê di vê nivîsê de wan axaftinan wek xwe parve bikin.

Axaftina şanda demê bi Ocalan re bi vî awa didome:

Ozgûr: birêz serokê Şaredariya navçeya Bologna a Italia hemwelatîbûna fexrî bexşiye we, heftiya borî merasîm hatin sazkirin û li ser navê we Omer Ocelan amade bû.

Serok: ez we difikirim ku pêş niha Sicilia jî tiştek wisa pêk anîbû, ez bawerim ku Ebro belgename wergirtibû.

Ozgûr: piraniya bajarên Italia ev yek pêkanîye û nasnameya hemwelatîbûna fexrî pêşkêşî we kirine.

Serok: gelo we Eynet li wir “Roma” dît?

Perwîn Buldan û Ozgûr: belê, me dît.

Serok: Omer pir rast û rêkûpêke, nivîsên wî pir balkêşin, pir rêzdar e, di nava me de tiştên wisa çêdibin, nameyên wî digihin min, bi rastî jî nameyên wî pirr bi hêzin ji boy min, min bawer nedikir ewqas pêşketî be.

Ozgûr: birêz serok, Nasrallah Quran û Çetîn Arkaş silav ji boy te hene.

Serok: eve kî ne?

Ozgûr: sala 2015an demek kurt li cem we bûn, Nasrallah di derbara rêkeftinên Îbrahîmî de çendîn rapor amade kiribûn, û di dema 4 mehan de 2 name ji we re şandibûn.

Serok: na, negihiştîne dest min, bila Nasrallah û Çetîn jî li ser xebatên xwe berdewam bin.

Ozgûr: birêz serok haya we ji lihevhatinên taybet bi Eşrefiyê û Şêx Meqsûd heye? Li wir bi rejîmê re lihev hatine û YPG’e ji wan du taxên Helebê vekişiya, lê Asayîş û asayîşa hundirîn her li wir mane û di destê kurdan de ne, pevguhertina dîlan pêkhat, astengîyên li hember çûn û hatinê neman, tê gotin ku ev lihevhatin ji boy Efrînê jî were cîbicîkirin.

Serok: ez wisa nafikirim ku şaş be, divê li wir stratejî bi vî awa be, Tirkiye ji federasyonê pir ditirse, ez bi zanebûn daxwaza Xweseriyê nakim, ez navê demokrasîya herêmî lê dikim, lê ev jî li seranserî cîhanê bi wateya otonomî û xweseriyê tê. Mînak London bi vî awa ye, ev pir girîng e, ji xeynî wî serok şaredariyê ku hatiye hilbijartin parêzger hebûna xwe tuneye, polîs û pêkhateyên herêmî tev ser bi şaredariyê ne û niha dixwazin li Tirkiyeyê jî çarçoveyeke wisa ji boy demokrasiyê ava bikîn, her tifaqeke li Tirkiyeyê piştevaniya vê yekê bike emê pê re bibin hevpeyman, û jê re bêjin Hevpeymaniya Komara Demokratîk.

Di hilbijartinên pêşiya me de wê tiştekî wisa me hebe, piştî kongreya fesixkirinê wê kongreya Dem Partiyê jî lidar bixîn. Ezê wê kongreyê li dar bixim, gel û siyasiyan şaş Demokrasîya herêmî fêm kiriye, ev mijar kiriye pirsa şer ji boy wergirtina pişka xwe ji dewletê, ev di demekî de ye ku têkiliya demokrasîya herêmî û dewletê pir berteng e. Bê guman rola netewe dewletê heye û çend karek hene ku erka netewe dewletê ne, bo mînak çapkirina pere ku em destwerdanê di vê yekê de nakin.

Min helsengandineke pêwîst ji fakterên aştiyê re di banga xwe de kiriye, faktera duyemîn civaka demokratîk e. Pirsa têkelbûna me ligel Komarê mijara entegrebûn û asîmîlasyonê nîne û cudabûna navxwe jî nîne, yan ji dewletê cûda bibe yanjî dewletê kontrol bike her du jî şaşin, çepgiran ev şaşitî kiriye, dewleta navendî çawa xwe rêk têxe bila xwe rêk bêxe, lê divê derfetê bi demokrasiyê bide û hurmeta demokrasiyê bigire.

Bo mînak Istanbul, binaxeya wê ya qanûnî pir lawaze, ev bi qanûnên dewletê nabe, qanûnên saziyên herêmî jî nebesin, loma pêwîste qanûna bingehîn hilbijartina biirêveberî bi hilbijartineke azad û Demokrasî garantî bike. Me basî mercên Yekîtiya Ewropayê ji boy desthilatên herêman kir, ev bi danîna qeyûman nabe, ji ber ku ev pêverê demokrasiyê ye, heger ji sedî 90 û yanjî ji sedî 5 ya gel be jî divê vane bi xwe xwe birêve bibin. Ji Sûriyeyê re jî daxwaza vê yekê dikim. Mafê te tuneye birêveberekî ji boy ewlehiya Stenbolê destnîşan bikî, mijara desthilatdariya bê sînor heye, gund, tax, malbat tev tên demokratîzekirin. Di nava qanûna bingehîn de wê vê tesbît bikîn, ne bi tenê kurd belku ji hemû pêkhateyên din re emê vê yekê di nava destûr de bi cî bikin, ziman û zimanê fermî wê were naskirin, dewlet jî wê were naskirin, lê çand heye, pêwîst dike ew çand û rengê taybet bi wê çandê jî were qebûlkirin, pêwîste ala xwe jî hebe, heger Siri bimîne ligel wî de, heger na ez dixwazim bi mamoste Mithet re bixebitim.

 “Ji ber ku ev hevdîtin pirr dirêje, emê di nivîseke din de beşeke din ya danûstandina di navbera şanda demê û Ocalan parve bikin.”

Didome..