Fermandarekî din yê HPGê bi awayekî bi guman tê kuştin

Fermandarekî din yê HPGê bi rîyeka mijewî û bi guman di jiyanê de nema û rêxistina PKKê dibêje ew bi qezayekê mirî ye, ev jî dibe fermandarê çaremîn di nava mehekê de bi qezayên bi vî awayî mirina wan tê righandin.
Rêxistina PKKê îro roja çarşemî 10 Îlona 2025ê mirina fermandarê HPGê yê bi navê kod Mordem Çewlîg ragihand û destnîşan kir ku Mordem di qezayeke dil bi êş de li 11 Tebaxa îsalê canê xwe ji dest da ye.
Rêxistna PKKê ji 21ê Tebaxê ve mirina sê fermandarên xwe yên din jî bi vî rengê mijewî îlan kirine ku her yêk ji “Serhed Varto” û “Bulût Nûrelî” û “Bêrîtan Amed” n.
PKKê li 21 Tebaxê ragihand ku “Serhed Varto” bi nexweşiyê jiyana xwe ji dest da ye, her wiha li 27 Tebaxê jî got: Fermandarê me “Bulût Nûrelî” di qezayekê de miriye, dîsa li 3 Îlonê ragihand ku Bêrîtan Amed di jiyanê de nemaye.
Ragihandina mirina bi goman ya van kadroyên PKKê hejmareke pirsan li pey xwe dihêle weke ku gelo ev fermandar hatine tasfiye kirin yan bi awayekî din di jiyanê de nemane?