PKKê ev ciwanên Êzidî ji bo demokratîk kirina Enqere û Stenbolê li Garê û Metîna şehîd kirin

Nasnameya 5 ciwanên Êzidî yên ji Şengalê aşkere bû ku berî 6 salan rêxistina PKKê li çiyayên Gare û Metînayê berê wa daye mirinê û heya roja me ya îro mirina wan veşartibû.
Rêxistina PKKê duh roja sêşemî 16 Îlona 2025ê nasnameya 5 ciwanên Êzidî aşkere kir ku ji Îlona sala 2019ê li çiyayên Gare û Metînayê yên li sînorê parêzgeha Dihokê bi destê artêşa Tirkiyê da ne kuştin û mirina wan veşartibû.
Nasnameya wan wisyaye:
Dara Qasim ji Şengalê ye li 13 Îlona 2021ê li çiyayê Gare şehîd ketiye.
Delîl Şengal ji Şengalê ye û li 11 Tebaxa 2023ê li çiyayê Metînayê şehîd ketiye.
Xalîde Reşo ji Şengalê ye û li 6 Tebaxa 2019ê li çiyayê Gare şehîd ketiye.
Cuma Îbrahîm ji Şengalê ye û 13 Adara 2020ê li çiyayê Gare şehîd ketiye.
Rakan Mihemed Hisên ji Şengalê ye û li 29 Nîsana 2019ê li çiyayê Gare şehîd ketiye.
Ev ciwanên Êzidî yên ku ti pêwendîya wan bi Tirkiyeyê ve tune, ji hêla rêxistina PKKê ve hatbûne xapandin, ew bi xapandinê tevlî rêxistinê hatbûn kirin û piştre PKKê ew birin li Gare û Metînayê ji bo demokratîk kirina Enqere û Stenbolê dan kuştin.
Doza van ciwanên Êzidî ji nav çûna terora DAIŞê û rizgarbûna Şengalê bû, lê PKKê ew di berxwedana xwe ya saxte de wenda kirin, tevî ku mirina wan bi salane veşartî, îro jî PKKe hatîye bi rûqaymî ve dibêje: “Me milîtanên xwe yên Apoyî wenda kirin, fedayê Apo bûn”!!.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de dayne kuştin û mirina wan veşartî hiştî, li gorî agahiyên Darka Mazî hêjan bi hezaran keç û ciwan mane ku PKKê mirina wan îlan nekirî ye.