Çeteyên PKKê “Ciwanên Şoreşger” du zarokên din revandin

Ciwan-revandin-zarok-PKK-hsd-net

Çetyên PKKê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger”, du zarokên din yên Kurdan ji Rojava Kurdistanê revandin û bo cihên nediyar birine.

Revandina zarokan li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSDê de berdewam dike û herî dawî çeteyên PKKê “Ciwanên Şoreşger” du zarokên temen 11 salî ji Kobanîyê revandine.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, çeteyên “Ciwanên Şoreşger”, di roja 8/8/2025 de li bajarokê Kobanîyê zarokekê temen 11 salî bi navê Luqman Salh Ismet ku ji şêniyên gundê Bîrmehlê ye revandiye û bo bingehên meşqa zarokan veguhestine.

Destnîşan kirin, zarokê bi navê Luqman birayê 6 xwşkan e û bavê wî koça dawî kiriye.

Çavkaniyên me yên li Rojava Kurdistanê her wiha aşkere kirin, çeteyên Ciwanên Şoreşger li 16/8/2025ê jî zarokekî din yê temen 11 salî bi navê Serbest Elî Weysu ji Kobanîyê revandiye û çarenûsa wî jî nediyare.

Hêjayî gotinê ye, çeteyên PKKê di meha rabûrî de 6 zarokên Kurdan ji Kobanîyê revandine û çarenûsa ti yêk ji wan diyar nîne.

Tevî ku HSDê di Xizîrana 2019 de li gel Netewên Yekgrtî pilanek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kirbû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.