Biryara Rêveberiya Efrînê ji bo vegerandina milkan, nerazîbûnên tund li pişt xwe anîn

Biryara Rêveberiya Efrînê ji bo vegerandina milkan, nerazîbûnên tund li pişt xwe anîn

Rêveberiya Herêma Efrînê, geştnameyeke nû bi hejmar (6/T) di 18ê Îlona 2025an de derxist, tê de rêbazên “vegerandina milkan” ji bo welatiyan diyar dike. Lê belê, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê bi daxuyaniyekê ev biryar û geştnameyên din weke “hewldanek ji bo têkbirina xelkê resen ê Kurd” bi nav kir.

Naveroka Geştnameya Fermî

Li gorî geştnameya ku di bin çavdêriya Komîteya Aborî ya li Bakurê Sûriyeyê de hatiye weşandin, pêvajoya vegerandina milkan wiha hatiye destnîşankirin:

1- Welatiyên ku dixwazin milkên xwe vegerînin, divê bi rêya parêzerên destnîşankirî belgeyên xwe yên milkiyariyê sererast bikin û bi fermî bidin tomarkirin.

2- Piştî vê qonaxê, divê belgeyên pesendkirî radestî nivîsgeha şaxê ya Komîteya Aborî bikin.

3- Nivîsgeha şaxê belgeyan pesend dike û ji bo pejirandina dawî dişîne nivîsgeha navendî ya komîteyê.

4- Di dawiyê de, milk bi awayekî fermî û li gorî qeydên tomarkirî radestî xwediyê wê tê kirin.

Di geştnameyê de nav û hejmarên telefonê yên parêzerên destnîşankirî ji bo navçeyên weke Raco, Bilbilê, Cindirêsê, Şera, Şiyê û navenda bajarê Efrînê hatine belavkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan: “Ev Geştname Astengker in”

Li hemberê, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe ya tund nîşan da û ragihand, ev geştname û du geştnameyên din ên derbarê demsala zeytûnan de, bi armanca zêdekirina bar û astengiyan li ser welatiyên Kurd hatine derxistin.

Di daxuyaniya rêxistinê de hatiye gotin: “Ev biryarên awarte yên weke geştnameya hejmar 6, pêvajoya vegerandina milkan tevlihev û zehmet dikin û barên darayî û zagonî li ser welatiyan zêde dikin, nemaze di rewşa aborî ya dijwar û gendeliya berbelav de.”

Rêxistinê herwiha amaje bi wê yekê kir ku Komîteya Aborî ya bi serokatiya Ebdulbaqî El-Xetîb, berdewamiya heman nivîsgehên aborî yên berê yên girêdayî komên çekdar e, û endamên niha yên komîteyê, “heman kes in ku berê berpirsiyarê desteserkirin, talankirin û dizîna milkên xelkê resen ê Kurd bûn.”

Di dawiya daxuyaniyê de, rêxistinê tekez kir ku ev geştname rê li ber vegera welatiyên Kurd digirin û pêvajoya vegerandina milkan asteng dikin, nemaze di rewşa kaos û bêewlehiya sîstematîk de ku li herêmê di bin çavdêriya rasterast a îstixbarata Tirkî de serdest e.