PKKê mirina van Gêrîlayan ji sala 2016ê ve veşartibû

Nasnameyên 7 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku ji sala 2016ê ve ketine ber êrîşên dewleta Tirk û rêxistina PKKê mirina wan veşartî hiştibû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro 21 Îlona 2025, nasnameyên 7 çekdarên xwe aşkere kirine ku li salên 2016, 2019 û 2021ê li herêmên Serhed, Amed, Botan û Garzanê berê wan daye mirinê û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hişitbû.
Navên wan wisaye:
Şêrzad Mihemed ji Serdeştê.
Enwer Nisret ji Mûşê.
Sezer Mehmet ji Wanê.
Îbrahîm Memnuh ji Êlhê.
Zekerya Ehmed ji Mêrdînê.
Şahîn Ebdulrezaq ji Amûdê.
Ebdulhadî Husameddîn ji Êlhê.
PKKê di pesnê tevan de gotiye ew milîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin!.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de dayne kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştî, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.