Wezareta Pêşmerge: Em nêzîkî qonaxa dawî ya çaksaziya Yekîneyên 70 û 80 bûne

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ew di qonaxên dawî yên proseya çaksaziyê de ne û wan pêngaveke “dîrokî” ji bo yekxistina Hêzên 70 û 80 avêtine. Di vê çarçoveyê de, biryar hatiye dayîn ku yekîneyeke jimaryarî ya serbazî ya yekgirtî were damezrandin û hemû hêzên Pêşmerge di bin sîwana wezaretê de bên komkirin.
Wezareta Pêşmerge doh 22ê Îlonê daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn, di civîneke bi amadebûna Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û nûnerên Hêzên Hevpeymanan de, gavên dawî yên proseya çaksaziyê ya di nav Hêzên 70 û 80 de hatine gotûbêjkirin.
Di civînê de biryar li ser damezrandina yekîneyeke jimaryarî ya serbazî ya yekgirtî ji bo hemû hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di bin sîwana wezaretê de hatiye dayîn. Wezaretê ev pêngav weke nêzîkbûna ji qonaxa dawî ya çaksaziyê bi nav kir.
Herwiha hat destnîşankirin, kar ji bo damezrandina Fermandariyên Devera Yek û Duyemîn bi lez didome û ev pêngav weke “gaveke dîrokî ber bi avakirina hêzeke yekgirtî ya Kurdistanî” ve hat binavkirin.