Ji PKKê dîsa nûçeyên kuştina ciwanên Kurdan

Rêxistina PKKê dîsa nasnameya 6 ciwanên Kurd aşkere kir ku li sala 2017ê dane kuştin û ji wê demê ve mirina wan veşartî hiştiye.
Li demekê gel piştî pêvajoyê çaverêya vegerîna zarokên xwe dike, lê belê PKKe her roj wêneyên komên wan parvedike û ji malbatên wan re dibêje ew bi salane di jiyanê de nemane.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja sêşemî 23 îlona 2025ê nasnameya 6 ciwanên din yên Kurd aşkere kir ku li mehên Xizîran û Tîrmeh û Mijdara sala 2017ê li devera Zapê ya li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk dane kuştin û paş derbasbûna 8 salan ji nû ve mirina wan îfşa kir.
Navên van ciwanan wisaye:
Rustem Mistefazade ji Mehabadê.
Ferhad Celal ji Wanê.
Murad Hidir ji Colemêrgê.
Egîd munîr ji Wanê.
Adem Hacî ji Entalya.
Sîna Mistefa ji Bane.
HPGê berê van ciwanan jî weke bi hezaran ciwanên din daye mirinê û di pesnê wan de dîsa pir bi rûqaymî gotîye: Ew fedayên Apo bûn, ew layqî rêber derketin!.
Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên kurdan parvedike yên ku di salên berê de feda kirin û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.