Li Fransayê polîsan bi ser saziyeke PKK’ê de girt û çend kes binçavkirin

Li Fransayê polîsan bi ser saziyeke PKK’ê de girt û çend kes binçavkirin

Navenda Civaka Demokratîka Kurd, ku li bajarê Dragugnanê Başûrê Fransayê dixebite, ji aliyê polîsên Fransayê ve hat serdegirtin. Navend bi têkiliyên xweyên nêzîk bi PKK’ê re tê nasîn.

Di serdegirtinê de 6 kes, di nav de hevserokekî vê navendê, hatin binçavkirin.

Li gorî raporên mediyayêyên alîgirê PKKê, kesên hatine girtin wekî Osman Sonmez, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîka Kurd, û Şahin Al Ordek, Erdal Çelik, Şenol Karadag, û Ridvan Al Gem, hemî endamên Meclîsa Gela Navenda Civaka Demokratîka Kurd in. Navê kesê şeşemîn ji girtiyan heyanî niha nayê zanîn.

Fransa di sê salên dawî de li gelek deveran, bi taybetî li Parîsê, bi ser saziyên girêdayî PKKê de girtiye. Yek ji sedemên serekeyên van serdegirtinan ewe ku PKK Fransayê wekî navendek ji bo çalakiyên neqanûnîyên wekî şûştina pereyan, zorbazî û çalakiyên din bikar tîne.

Siyasetmedarên kurd pir caran gazinan dikin û serdegirtina van saziyan wekî serdegirtina bi ser saziyên kurdan pêşkêş kirin, lê belê di rastiyê de ev sazî saziyên PKK’ê ne û wekî cihên organîzekirina çalakiyên neqanûnî têne bikar anîn ne ku ji bo xizmeta gel xebatê bikin.