Hinardekirina petrola Kurdistanê dest pê kir

Hinardekirina petrola Kurdistanê dest pê kir

Piştî 2 sal û 7 meh hate rawestandin, îro 27.09.2025ê demjimêr 06:00ê serê sibehê hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya şîrketa SOMO ve ji bo bendera Ceyhan a Tirkiyê destpêkir.

Hinardekirina petrolê piştî peymana sêalî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û şîrketên petrolê de destpêkir.

Berî naha jî hikûmeta Iraqê ragehandibû, ku peyman li gel şîrketên kiryarên petrola Kurdistanê hatiye pêkanîn.

Di demekî ku pirsgirêkên di navbera Rûsya û Ewropayê li ser enerjiyê, bendewarî hene ku petrola Kurdistanê tevgerekî di bazara petrola cîhanê de çêbike û piştî nûçeya hinardekirina petrola Kurdistanê, nirxê petrolê hinek giran bû.