Tirkiyê dema rawestandina geştên asmanî yên Balafirgeha Silêmaniyê dirêj kir

Hikûmeta Tirkiyê dema rawestandina geştên asmanî yên Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ji bo sê mehên din dirêj kir.
Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê îro 06.10.2025ê di ragihandinekê eşkere kir, “Desthilata Balafirvaniyê ya Şaristanî ya Tirkiyê biryar da ku, dema rawestandina geştên asmanî yên ji bo Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê heta 6ê Çileya 2026ê dirêj bike.”
Di wê ragehandinê de amaje jî hatiye dan, “Li gorî nameyekê haydariyê, ku ji aliyê Desthilata Balafirvaniyê ya Şaristanî ya Tirkiyê ve hatiye derxistin, asmanê wî welatî ji bo hemî geştên ku ji Balefirgeha Silêmaniyê tên kirin an jî dixwazin li wê balafirxaneyê dadin tê girtin.
Ev rawestandin li roja 3ê Nîsana 2023ê hatiye destpêkirin û ji wê demê ve gelek caran hatiye dirêjkirin. Hikûmeta Tirkiyê ev biryar bi nîgeraniyên ewlehiyê ve girê daye.
Biryara Tirkiyê ne tenê geştên asmanî yên rasterast di navbera Silêmaniyê û bajarên Tirkiyê de rawestandine, lê bandor li ser wan geştan jî heye yên ku asmanê Tirkiyê wekî rêya veguhertinê bi kar tînin da ku bigihîjin welatên din.
Berpirsên payebilind ên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji wan jî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, gelek caran bizav kiriye ku vê pirsgirêkê bi berpirsên Tirkiyê re çareser bikin, lê heta niha danûstandinên wan ti encameke berçav nebûye.