Montor: Ocalan ji Nêçîrvan Barzanî daxwaza alîkariyê ji bo bidawîanîna şer kiriye

Montor: Ocalan ji Nêçîrvan Barzanî daxwaza alîkariyê ji bo bidawîanîna şer kiriye

Malpera Montorê ya Amerîkayê di raporeke xwe de da zanîn ku rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rasterast daxwaza alîkariyê ji serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye.

Malpera Montorê ya Amerîkayê îro roja sêşemî 14/10/2025an di raporeke xwe de ragihandin, Ocalan alîkarî ji bo gotûbêjên ji bo bidawîanîna şerê 40 salî yê di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKê de ji Nêçîrvan Barzanî xwestiye.

Montorê diyar kir ku hefteya borî nameyeke Ocalan gihîştiye ber destê Nêçîrvan Barzanî û tê de hatiye gotin ku encama gotûbêjên niha yên ji bo bidawîanîna şer “dê bandorê li ser Îraq û Herêma Kurdistanê bike”.

Ocalan di nameya xwe ya ji Nêçîrvan Barzanî re şandî de, gotiye:

“Armanca mina di vê pêvajoyê de ewe ku em bigihêjin çareseriyeke mayînde ku li ser bingeha prensîbên demokratîk be, gelekî girînge ku hûn jî serkirdayetiya vê pêvajoyê hilgirin ser milê xwe.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêncşema borî çû serdana Enqereyê û li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîyp Erdogan û wezîrê karên derveyê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civîyabû.

Montorê ji zardevê berpirsekî payebilind ê Herêma Kurdistanê derbarê naveroka civîna Erdogan û Nêçîrvan Barzanî de ragihandiye:

“Di wê civîna ku saetekê berdewam kir de, Nêçîrvan Barzanî ji Serokkomarê Tirkiyeyê xwest ku ji bo bilezkirina hebûna çarçoveyeke yasayî bandora xwe bi kar bîne” ku rê bide gerîla ji çiyayên başûrê Kurdistanê dakevin.

Pustên heman beş